Netanyahu: Heta Xeze neyê paqijkirin operasyon nayên sekinandin

28-07-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îsraîlê Biymanîn Netanyahu ragihand ku heta ew herêma Xeze ya Filistînê ji çekdarên rêxistina filistînî ya Hemasê paqij nekin operasyonên xwe nadin sekinandin. Netanyahu ji gelê Îsraîlê jî xwest, xwe ji “şerekî dûrdirêj” re hazir bikin.

Şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Îsraîl û çekdarên rêxistina filistînî ya Hemasê de li herêma Xeze ya Filistînê didome û heta niha herî kêm 1000 di şerê han de jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha çend caran agirbestên demkurt hatiye ragihandin lê ti sûdeke wan nebûye.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, îro piştî ku Hemasê ragihand di çalakiyekê de 10 serbazên îsraîlî kuştiye, daxuyaniyek bihêsr da û got, heta herêma Xezeyê ji çekdarên Hemasê neyê paqijkirin operasyon nayên sekinandin.

Netanyahu ji gelê Îsraîlê jî xwest, ji şerekî giran û dûrdirêj re amade bin.

Ji aliyekî din, rayedarên artêşa Îsraîlê tenê kuştina 5 serbazên xwe di şerî îro de piştrast kirin. Baskê leşkerî yê Hemasê, Tabûrên Izedîn Qesam ragihandibû, di şerî îro de 10 serbazên îsraîlî kuştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst