Swêd: Iraqiyekî di roja cejnê de Quran şewitand

28-06-2023
RÛDAW
Nîşan Swêd Şewitandina Quranê Salwan Momika Stockholm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Iraqiyekî di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgefteke ya li Stockholma paytexta Swedê Quranê şewitand.

Piştî ku polîsê Swêde destûr da, welatiyê Iraqî yê bi navê Salwan Momika yê 37 salî îro Çarşemê di yekem roja cejna Qurbanê de li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quranê şewitand.

Salwan Momika (37) ku çend sal berê ji Iraqê reviyabû Swêdê, ji polîs destûr xwestibû ku pirtûka pîroz a misilmanan Quranê bişewitîne "ji bo ku nêrîna xwe ya derbarê Quranê de diyar bikim".

Beriya şewitandina Quranê, Momika ji ajansa nûçeyan TT re got ku ew jî dixwazin balê bikişîne ser girîngiya azadiya ramanê û gotibû " Em ê Quranê bişewitînin. Em ê bibêjin 'Swêd şiyar bibe`. Ev demokrasî ye. Ger ji me re bêjin em nikarin vê yekê bikin, dê (demokrasî) bike metirsiyê."

Herwiha Momika dibêje “Em ne li dijî Mislimanan, li dijî ramanên wan şer dikin. Em ne li dijî misilmanan in, em li cem wan in.”

Salwan Momika di bin ewlehiyeke tund a polîsan de li ber mizgefta sereke ya Stockholê Quranê şewitand.

Swêd ku daxwaza endamtiya wê ya NATOyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat astengkirin, careke din destûr hat dayîn ku pirtûka pîroz a misilmanan Qurana pîroz were şewitandin.

Polîsê Swêde berê ji tirsa ku dibe ku yên quranên dişewitînin rastî êrîşan bên destûr nedabû û piştre ev mijar birin dadgehê.

Dadgehê qedexeya ku ji aliyê polîsan ve hatiye dayîn neheq dît û biryar da ku azadiya ramanê tê astengkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst