IEPê Endeksa Aştiya Gerdûnî ragihand; Tirkiye û Îran wek hev in

28-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Endeksa Aştiya Gerdûnî IEP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Endeksa Aştiya Gerdûnî, Tirkiye li ser asta cîhanî di nav 163 welatan de ligel Îranê di rêza 147emîn de cih girt.

Enstîtuya Ekonomî û Aştiyê (IEP) ya navenda wê li Awustralyayê ye Endeksa Aştiya Gerdûnî ya 2023ê eşkere kir. Li gor raporê Tirkiyê li ser asta cîhanî di nav 163 welatan de di rêza 147emîn de û li ser asta Ewropayê di nav 36 welatan de di rêza dawî de cih girt.

Rapor li gor pîvanên “mirinên li nav welat û derveyî welat ên di şer de”, “rêjeya kuştinê”, “asta bikaranîna çekan”, “hinardeya çek”, “teror”, “seqamgiriya siyasî” û “hejmara girtiyan” hatiye avakirin.

Li gor raporê ji bilî welatên Amerîka, Rûsya û Çînê welatên Tirkiye, Siûdî Erebîstan û Îran jî dixwazin li herêma xwe xwedî roleke çalak bin û derveyî welatê xwe xwedî bandor bin.

Di raporê de hatiye destnîşankirin, Tirkiyê xwe weke “hêza super a dronan” pênase dike û ligel Etîyopya, Ukrayna û Maliyê bo zêdetir 20 welatan balafirên bêfirokevan firotine. Li gor raporê hinardeya çekan a Tirkiyê sala 2022ê %72.7 zêdetir bûye û erdnîgariya wê ya stratejîk a di navbera Ewropa, Rojhilata Navîn û Kafkasyayê de, li herêmê wê dike hêzeke bi bandor.

Li gor raporê welatê herî aştîxwaz û aram Îzlanda ye. Piştî Îzlandayê welatên Denmark, Îrlanda, Zelandaya Nû, Awusturya, Sîngapur, Portekîz, Slovenya, Japonya û Swîsre tên. Almanyayê jî di rêza 15emîn de cih girt. Amerîkayê di rêza 131emîn û Rûsyayê de di rêza 158emîn de cih girt.

Afxanistan weke welatê herî ne aştîxwaz û ne aram di rêza 163emîn de bû. Yemen di rêza 162emîn û Sûriye di rêza 161emîn de cih girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst