Keça Kurd xelata Prenses Diana wergirt

28-06-2021
RÛDAW
Nîşan Rodî Elî Xelata Prenses Diana Kuça Kurd Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro keça Kurd a ji Efrînê Rodî Elî mezintirîn xelata cîhanî ya Prenses Diyana ji bo sala 2021 distîne.

Ji ber xizmeta wê di warê însanî û karê civakî de bi awayekî xwebexiş, xelata cîhanî ya Diyana, Prênsesa Birîtanî pêşkêşî Rodî Elî hate kirin.

Rodî Elî ya ku li bajarê Munster ya Almanyayê dijî, di gelek dezgehên xêrxwazî de kar dike û di warê întegerasyonê de jî xizmeteke wê ya baş heye.

Ciwanên ku xelata Emîre Diyana werdigirin divê temenê wan di navbera 9 heta 25 salan de be, û divê ji salekê zêdetir çalakiyên wan di warê civakî û mirovî de hebin.

Rodî yekemîn Kurd e ku vê xelata mezin ya cîhanî distîne.

Çalakvana Kurd Rodî Elî ya gava hê li Efrînêye dibiçûkatiya xwe de bi zorê tê zewicandin û zarokeke wê heye.

Rodî Elî ji bo ku bigihije Almanyayê 28 roj di rêyan de dimîne. Rodî li dijî bandora şer û penaberiyê têkoşîn dike.

Roudy di kampên penaberan de ji bo jinên ku ji malbatên muhafazakarin û ku pirsgirêkên zewacê dijîn piştgiriyê dide wan.

Roudy ji bo ku alîkariya jinên ku dixwazin vegerin Sûriyê, dest bi kampanyayek medya civakî kir ku gihîşte hezaran jinên ku pêwîtiya wan bi piştgirî û şîretê ne.

Roudy di heman demê de ji bo ku jin bigihîjin perwerdehiyê û ji bo ku bandora xwe ya erênî berfireh bike alîkariyê kom kir û li beşekî xebata civakî ya zaningehê tomar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst