NYê li ser kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê hişyarî da
Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji Paiyza 2020ê ve, asta avê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, berdewam di kêmbûnê de bûye, kêmbûna baranê li navçeyên rojhilatê Deryaya Naverast bûye yek ji sedemên çêbûna hişkesaliyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û girtina ava Firatê jî wiha kiriye ku av li wî welatî bi tevayî kêm bibe.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya bo Hemahengî û Alîkariyên Mirovî derbarê pirsgirêka kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê raportek belav kir.
Di wê raportê de tê gotin, girtina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve, bûye sedemeke nerênî li kêleka kêmbûna baranê, ku wiha kiriye, Rojavayê Kurdistanê û Sûriye tûşî hişkesalî û kurtanînê di berhemên dexlûdanan de bibin.
Li gor raporta Netewên Yekbûyî, zivistana îsal werzeke pir xirab bûye ji bo Sûriyê û bi taybet jî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de û bi taybet jî parêzgeha Hesekê.
Netewên Yekbûyî amaje bi wê yekê dike, ku tevî hişkesaliyê û nebarîna baranê, Tirkiyê jî ava çemê Firatê girtiye û ew yek jî bûye sedem ku cotkarên navçeyê nekarin berhemên çandiniyê pêş bixin, bi taybet genim, lewma Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê rastî kurtanîneke berçav di berhema genim de hatine.
Li gor zanyariyên di raportê de, asta ava çemê Firatê di 6 mehên bihorî de bi awayekî daketiye ku gelek cihê dilgiraniyê ye, çimku di Çileya îsal de di her çirkeyekê (saniye) de 500 metrekûp av di çemê Firatê de hebû, lê di meha Hezîranê de ew rêje daketiye 214 metrekûp av di çirkeyekê de, wate asta ava çem zêdeyî %50 daketiye.
Kêmbûna asta ava Firatê bandoreke xirab li ser bendavên Tişrîn û Tebqa hebûye û bi wê yekê qebareya berhemîna eketrîkê jî kêm bûye. Ew jî bûye sedem ku di çend mehên bihorî de dayîna elektrîkê li beşek ji navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojava di rojekê de, di navbera tenê 1 heta 2 demjimêran de be.
Yek ji bandorên din ên kêmbûna rêjeya avê li navçeyê, kêmbûna dabînkirina avê bûye ji bo zeviyên çandiniyê, ji ber ku kêmiya avê wiha kiriye ku nekarin pompoên avê bo zeviyên çandiniyê bo wan zewiyan bîn dabînkirin.
Netewên Yekbûyî di raporta xwe daye xuyakirin, ji 73 wêstgehên dabeşkirina avê yên li ser Çemê Firatê, 54 ji wan şiyana wan bi awayekî berçav daketiye û ew wêstgeh niha nikarin avê ji bo projeyên çandiniyê dabîn bikin.
Kêmbûna asta avê bûye sedem ku asta kurtanîna berhemên dexlûdan li herêmê dakeve bo 1 milyon û 200 hezar tonî û Sûriyê ji ber şer û rewşa aborî ya xirab, şiyana wê yekê nîne ku wê kurtanînê tejî bike.
Netewên Yekbûyî tekez dike, kêmbûna avê li wan navçeyan bûye gefeke nû ya tendirustî û li gor amaran jî di Gulana îsal de li navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê, 17 hezar û 166 rewşên zikêşê hatine tomarkirin, di demekê de ku di Gulana 2020an de 7335 rewşên wisa hatibûne tomarkirin.
Li gor lêkolînên wê ofîsa Netewên Yekbûyî, îsal zêdeyî 5 milyon û 500 hezar kes li Sûriyê bi pirsgirêka peydakirina ava vexwarinê re rûbirû dimînin, herwiha 3 milyon kes jî rastî pirsgirêka elektrîkê tên û 5 milyon kesên din jî tûşî pirsgirêka dabînkirina berhemên dexlûdanan û bi taybet genim dibin, ku 1 milyon û 300 hezar kes ji wan li navçeyên nêzîk Çemê Firatê dijîn.