Trump û Mihemed bin Selman dê li kêleka G20 bicivin

28-06-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Mihemed bin Selman G20 Japon Osaka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e roja Şemiyê 29ê Hezîranê, li kêleka civîna lûtke ya G20 li Osaka ya Japonê, Şahzadeyê Cênişîn ê Erebistana Siûdiyê li gel serokê Amerîka û Rûsyayê û herwiha Serokwezîra Brîtanyayê bicive.

 

Lûtkeya G20 îro li bajarê Osaka ya Japonê destpê kir. Ji bilî birêveçûna lûtkeyê ku cara yekem e li Japonê tê lidarxistin, serok û serkirdeyên welatên beşdar, dê li kêleka birêveçûna lûtkeyê bi hev re hevdîtinan jî pêk bînin.

 

Ji Erebistana Siûdiyê, Şahzadeyê Cênişîn ê wî welatî Mihemed bin Selman di Lûtkeya G20 a Osakayê de amade bûye. Mihemed bin Selman duh Pêncşemî 27ê Hezîranê bi serokatiya şandeke pilebilind gihîştibû Japonê.

 

Biryar e li kêleka birêveçûna Lûtkeya G20, Mihemed bin Selman li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bicive.

 

Berdevka Koşka Spî, Hogan Gidley ragihand: ‘Li kêlekaLûtkeya G20, Donald Trump bi Cênişînê Siûdiyê, şahzade Mihemed bin Selman re hevdîtinê dike û demjimêr 08:30 dê bi hev re nan bixwin.”

 

Berdevkê Serokwezîriya Brîtanyayê jî diyar kiriye: “Ji bo nirxandin û gotûbêjkirina rewşa Kendavê û krîza Yemenê, roja Şemiyê Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May li gel şahzade Mihemed bin Selman dicive.”

 

Sêşemiya derbabûyî jî Berdevkê Serokatiya Rûsyayê, Dmitry Peskov dabû xuyakirin: “Tê pêşbînîkirin ku roja 29ê Hezîrana 2019 li bajarê Osakayê, Serokê Rûsyayê hevdîtinekê bi Mihemed bin Selman re bike, amadekarî jî bo vê hevdîtinê tên kirin.”

 

Lûtkeya G20 bi beşdariya serok û serkirdeyên welatên endam îro Înê li bajarê Osaka ya Japonê destpê kir.

 

Yekemîn civîna vê lûtkeyê di derbarê “Aboriya Dîcîtalî” de ye.

 

Li kêleka birêveçûna vê lûtkeyê, dê çend civînên dualî û sêalî di navbera serok û serkirdeyên welatên de bêne encamdan.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst