Lûtkeya G20 li Osakaya Japonê destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyên cîhanê yek bi yek ji bo beşdarîkirin di 14mîn Lûtkeya G20 de gihîştine Japonê û îro ev lîtkeya giring li bajarê Osaka yê wî welatî destpê kir.

 

Serokwezîrê Japonê û serokê vê xûla G20ê Şinzo Abe serpireştiya Lûtkeya Osaka dike.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokê Çînê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Hindistanê Modi û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serkirdeyên welatên din ên endamên G20ê di Lûtkeya Osaka de amade bûne.

 

Berî ku civîna Lûtkeya Osakayê destpê bike, serkirdeyên welatên beşdar di lûtkeyê de li Navenda Pêşangeha Osaka INTEX dest dane hev.

 

Lûtkeya vê carê ya G20 di demekê de ye ku aloziyên navbera Îran û Amerîkayê zêde bûne û 8 sal bi ser kirîza Sûriyê re jî derbas bûne, herwiha kirîza Venezuellayê û şerê bazirganiyê yê di navbera Çîn û Amerîka û Rûsya û Amerîkayê de jî berdewam in.

 

Li gor agahiyan, civîn dê herî zêde bala xwe bide ser Serokê Amerîkayê bi taybet ev kempîna ku Trump li dijî Îranê destpê kiriye û niha bûye rojeva hemû cîhanê.

 

Donald Trump dê li Japonê çend civînên giring jî bi serkirdeyên welatên cîhanê re saz bike ku yên herî giring jî dê li gel Serokê Rûsyayê û Serokê Çînê bin, Trump amade nebû bersiva rojnamevanan bide dema ku derbarê civîna wî li gel Putin de pirs jê kirin.

 

Trump ji rojnamevanan re got: “Ez ê gotûbêjeke baş bi wî re bikim û ez dê li gel wî behsa mijarên navdewletî bikim.”

 

Serokê Amerîkayê herwiha dê li gel Serokê Çînê jî bicive jibo dawî anîn bi wî şerê aborî ku bi milyaran dolar ziyan gihandiye her du aliayn. Donald Trump di twittekê de ragihandiye, dê li gel Serokwezîrê Hindistanê jî bicive ku jêre bêje bacê li ser hawirdekirina kelûpelên Amerîkî rakin.

 

Tê texmînkirin kirîza Îranê mijara sereke ya gotûbêjên navbera Trump û Putîn be.

 

Sedemeke din ku giringiyeke taybet dide vê gera G20 ev e ku îhtimal heye bibe derfetek bo aramkirina aloziyên navbera Washington û Tehranê.

 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê aloziyên navbera Amerîka û Îranê de ragihandiye: “Divê em kirîza Îranê çareser bikin ş berdewam bin li ser siyasete gerentî kirina rêkeftina nîv girava Koreya.”

 

G20 forumeke cîhanî ye hikûmet û banka cîhanî li ser astê 19 welatan  û Yekîtiya Ewropayê têde beşdar in, amanca vê danîna siyasetekê ye bo pêşxistina asayîşa darayî ya navdewletî