Alîgir û neyarên Mûrsî xwe ji bo xwepêşandanê amade dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Misrê alîgirên serokomar Mihemed Mûrsî her wiha dijberên wî xwe ji bo xwepêşandanê amade dikin. Hat zanîn, li Qahîreya paytexta Misrê gelek tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine girtin.

Li gorî nûçeya BBC, tê pêşbînîkirin ku dijber û neyarên serokomarê Misrê Mihemed Mûrsî îro (28.06.2013) yan jî roja yekşema bê (30.06.2013) li meydana Tehrîr a Qahîreyê li dijî siyaseta Mûrsî xwepêşandanê bikin.

Neyarên Mûrsî daxwaz dikin ku hilbijartin bi awayekî pêşwext were sazkirin.

Li gorî ajansên nûçeyan, gelek neyarên Mûrsî ji niha ve daketine meydana Tehrîrê û her ku diçe hejmara wan zêde dibe.

Ji aliyekî din, li hember neyarên Mûrsî, alîgir û kesên ku deng dane wî jî dê xwepêşandanekî ji bo piştgiriya serokomarê Misrê saz bikin, lewma li paytextê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine girtin.

Mûrsî ku endamê berê yê rêxistina Birayên Musilman e, di hilbijartinên 30ê Hezîrana par de wek yekemîn serokê îslamî yê Misrê hat hilbijartin.

Mihemed Mûrsî, roja 5ê Hezîranê di axaftinekî de bi helkefta yekemîn salvegera hikûmeta xwe axaftinek kir û diyar kir ku hinek caran tiştên rast kiriye û hinek caran jî tiştên xelet kiriye lê paşê têgihîştiye ku divê ji bo serkeftina şoreşê gav û tedbîrên radîkal bavêje.