Yekîtiya Ewropa gefa sepandina cezayên zêdetir li Belarusê dixwe

28-05-2021
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropa Belarus Roman Pratasevich
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî qedexekirina bikaranîna asmanê Belarus, berpirsên Ewropî li beramberî bûyera girtina rojnamevanê rexnegir, gefa sepandina cezayên zêdetir li ser Belarusê xwarin.

Heiko Maas, Wezîrê Derve yê Almanyayê ragihand: “Ew yek zelal e, ku em bi cezayên biçûk razî nabin. Em dixwazin cezayên mezin li ser aborî û sîstema darayî ya Belarusê de bisepînin, daku bandora wan hebe, herwiha daku rejîm û Lokaşînko fêm bikin, ku ew dem derbas bûye, em amade bin gotûbêjan bikin.”

Roja 23ê vê mehê, Belarus bi hinceta hebûna bombeyekê, ji firokeyekê re ragihand, ku divê li Mînska paytexta wî welatî dakeve, piştre jî rojnamevanek li nav firokeyê girt, ku bi rexneyên xwe yên tund ên li dijî serokê welat tê naskirin. Ev firoke ji Yûnanê ber bi Lîtwanyayê ve diçû.

Yekîtiya Ewropayê dibêje, Belarusê ji bo girtina rojnamevanê 26 salî firoke revandiye. Beşek ji endamên Civata Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî jî wê pêngava Belarusê şermezar dikin.

Sven Jurgensen, Nûnerê Estonya li NY dibêje: “Em hewlên xwe bihêz dikin, Di nav wan de jî bi rêya siyseta cezayan bo em piştrast bin, daku hikûmeta Belarusê berpirsyariya karên xwe li stûyê xwe bigire. Em vî karî şermezar dikin, em vê yekê wek hewlekî diyar ê berpirsên Belarus bo devgirtina hemû dengên nerazî dibînin.”

Her çiqasî ku bombeyek li nav firokeyê nehat dîtin, Alexander Lukashenko ku  27 sal e serokatiya Belarusê dike, dibêje gefa hebûna bombeyê rast bû.

Lukashenko herwiha dibêje jî, welatên rojavayî bi sepandina cezayan hêla sor derbas kirine.

Hevdem Rûsya ya hevpeymana Belarusê, di vê pirsê de jî piştîvaniya Lukashenko dike, û berovajî Yekîtiya Ewropayê biryar daye her kompanyayeke firokevanî di dema geştkirinê de bo derve yan navxwe yê Rûsyayê xwe li asmanê Belarusê bide alî, ew dê hemû geştên wê hilweşîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst