Li Brezîlya pêncemîn car e zêdetirî hezar kesan di rojekê de dimirin

28-05-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Brezîlya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Brezîlyaya di 24 saetên dawîn de ji ber vîrusa koronayê ya curana nû (Covîd-19) 1086 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiya Brezîlyayê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa koronaya nû COVID-19 aşkere kirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, li wî welatî di 24 saetên dawîn de ji ber Covîd-19ê hezar û 86 kes mirin, hejmara miriyan bo 25 hezar û 598 kesan zêde bû. Li Brêzilyayê ev pêncemîn car e ku zêdetirî hezar kesan di rojekê de dimirin.

Hejmara pêketinê li Brezîlyayê jî 20 hezar û 599 zêde bû gihîşt 411 hezar û 821 kesan.

Li gor Worldometera malpera ku agahiyên Covud-19ê belav dike, li Amerîkaya Latîn herî zêde nexweş li Brezîlyayê hatin dîtin û li dinyayê Brezîlya piştî Amerîka di rêza duduyan de cî digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst