Galeriya wêneyan

28-05-2018
18 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Alternatîv a Almanyayê (AFD) li Berlînê li dijî Îslam û koçberan xwepêşandanek li dar xist û bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanê bûn.

 

Xwepêşandana AFD, bi navê "Siberoja Almanyayê" hat encamdan û bi vê rêyê xwepêşanderan li hember siberoja welatê xwe tirsa xwe nîşan dan, bi taybetî ji ber zêdebûna hejmara koçberan.

 

Herwiha li hember vê xwepêşandanê, bi hezaran kes jî li bin navê "Dev ji rik û kîna AFDê berdin" li Berlînê hatin ba hev û diyar dikin ku Almanya rêz li cudabûnan digre û nabe neteweperestî li hember kesek were bikaranîn.