Hewlêr (Rûdaw) – Netewên Yekbûyî di raportekî de aşkere kiriye, hejmara çekdarên biyanî di nava rêfên DAIŞê de bi awayekî berçav zêde bûye. Li gor raportê 30 hezar çekdaêrn biyanî di nava rêzên DAIŞê de hene.
Netewên Yekbûyî raportek derbarê DAIŞê û hejmara çekdarên biyanî yên di nava rêzên wê rêxistinê de amade kiriye û pêşkêşî Encumena Asayişa Navdewletî hatiye kirin da ku gotûbêj li ser bê kirin.
Li gor wê raporta NYyê, heta niha 30 hezar çekdaêrn biyanî ji 100 welatên cîhanê di nava rêxistina DAIŞê de ne û li Iraq, Sûriye, Afxanistan û Lîbyayê şer dikin.
Tê çaverêkirin, Encumena Asayişa Navdewletî sibe di civîna xwe de lêkolînê li ser wê raportê bike û naveroka wê bê gotûbêjkirin.
Raportê ew yek eşkere kiriye, di nîve ya duyem a sala borî de çûna çekdarên biyanî bo nava rêfên DAIŞê ji % 70 zêde bûye.
DAIŞ li Iraq û Sûriyê xakek berfireh dagîr kiriye û li gor xwe Dewleta Xelafetê damezrandiye. Herwiha baskên DAIŞê li çend welatên din ên cîhanê jî weke Lîbya, Nijeriya û Pakistanê jî dest bi çalakiyan kirine.
Li gor texmînên pisporan, DAIŞê niha zêdetirî ji %30 axa Iraqê û herwiha nîvê axa Sûriyê kontrol kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse