Geir Pedersen: Peywendiyên nû di navbera welatên Erebî û Sûriyê de destpê kiriye
Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê li bajarê New York a Amerîkayê di civîna endamên Civata Ewlekariyê de got, “Peywendiyên nû di navbera welatên Erebî û Sûriyê de destpê kiriye.”
Li Baregeha Neteweyên Yekbûyî yê li bajarê New York a Amerîkayê civîna endamên Civata Ewlekariyê ya li ser Sûriyê birêve çû.
Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen got, “Piştî erdheja diltezîn, em balê dikişînin ser hewleka nû ya dîplomasiyê li Sûriyê. Hewlên dîplomasiyê berdewam in ku aliyên peywendîdar ên Astana û Hikûmeta Sûriyê beşdar in. Her wiha vekirineke nû ya peywendiyan di navbera welatên Erebî û Hikûmeta Sûriyê de destpê kiriye.”
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê 12 salan li Sûriyê, zêdeyî 306 hezar kes hatine kuştin û zêdeyî 130 hezar kesên din jî wendayî ne, ev jî di demekê de ye ku pêwîstiya zêdeyî 15 milyon Sûriyan bi alîkariyên mirovî heye, ku 6 milyon û 500 hezar ji wan zarok in, di dema ku 7 milyon kes jî koçber bûne.
Bandoreke zêde ya erdheja 6ê Sibata borî li ser heşt milyon kesan li Sûriyê hebû, lê niha bûye sedema vekirina deriyekî bo asayîkirina peywendiyên welatên navçeyê.
Nûnerê Tirkiyê yê Neteweyên Yekbûyî Saadet Onal anî ziman, “Ew karesata ku Tirkiye û Sûriyê rûbirûyê wê bûn, dibe ku xaleke wê ya pozetîv hebe. Ji ber hevahengî û karên mirovî dibe ku hewleke dîplomasî nû bixe rojevê bo çareserkirina krîza Sûriyê. Em hêvîdar in ev pencereyeke nû be û hemû alî jî wê bidest bixin.”
Li gel asayîbûna peywdendiyên welatan bi Sûriyê re, Şam pêdagir e li ser daxwaziya xwe ya sereke.
Nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Bessam Sebbax got, “Sûriyê careka din tekez dike ku siyasetên dijminkariyê dijî wê bên rawestandin û hebûna ne yasayî ya hêzan li nav axa Sûriyê bidawî bibe, herwiha alîkarîkirina grûpên terorîs û cudaxwaz bidawî bibe. Talankirina sîstematîk a samanên niştîmanî yên Sûriyê bê rawestandin.”
Neteweyên Yekbûyî eşkere kir, ji bo dabînkirina alîkariyan ji xelkê Sûriyê re pêwîstî bi 4 milyar û 800 milyon dolar heye ku heta niha karî tenê 258 milyon dolaran kom bike.