Reuters: Balafira Tirkiyê li Sûdanê hat gulebarankirin

28-04-2023
RÛDAW
Nîşan Sûdan Tirkiye Balafir Gulebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) gule li balafira ku welatiyên Tirkiyeyê yên li wî welatî derxistine reşandin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a navneteweyî Reutersê, di bûyerê de karmendek balafirê birîndar bûye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di êrîşa li balafirgeha Xartûmê pêk hatiye karmendek birîndar bûye û tanka sotemeniyê jî zirar dîtiye lê balafir karibûye xwe deyne erdê.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di derbarê heman mijarê de daxuyaniyek da û tê de ragihand “Li Sûdana  ku pevçûn lê didomin balafira me ya tehliyeyê C-130 a ku ji bo vegerandina welatiyên me yên asê mane diçû Wadî Seyîdnayê, bi çekên sivik hatiye gulebaran kirin. Balafira me bi ewle xwe daniye. Her çend di nava personelên me de ti birîndar tunebin jî kontrolên pêwîst di balafira me de tên kirin.”

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku derxistina welatiyên Tirkiyê yên ku li Sûdanê asê mane, berdewam dike û koma yekem ji aliyê firokeyên girêdayî Artêş Tirkiyê ve birine Tirkiyê.

Agirbest hat dirêjkirin

Li Sûdanê şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de ji 15ê Nîsanê ve berdewam dikin.

Artêşa Sûdawnê ragihand ku bi hewlên Erebistana Siûdî û Amerîkayê biryar hatiye wergirtin ku agirbesta heyî ji roja bidawîhatina wê heta 72 saetên din were dirêjkirin. Li Sûdanê ji nîvê şeva 25ê Nîsanê û vir ve 72 saetan agirbest hatibû ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst