Analîstên Rûs helwesta Tirkiyeyê weke hewildana tengavkirina Rûsyayê dinirxînin

28-04-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Esmanê Tirkiyê li hemberî balefirên serbazî yên Rûsya hat girtin
Esmanê Tirkiyê li hemberî balefirên serbazî yên Rûsya hat girtin
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Pisporên siyasî derbarê biryara Tirkiya ya girtina esmanê xwe li pêşiya balafirên leşkerî yên Rûsiya bo Sûriyê de  dibêje ev biryareke girîng e, û bi nerîna wan welatê wan dikare bi esmanê Îran û Iraqê çûnûhatinê bo balafirên xwe yên leşkerî bike. Ev biryara Tirkiyê di demekê de ye ku Enqere piştevanî li dorpêçên dijî Rûsiya nekiriye herwiha  mêvandariya Moscowê û Kievê bo destpêkirina danûstendinan kiriye.

Esmanê Tirkiyê êdî girtî ye ji bo balafirên Rûyayê, yên ku serbazan vediguhêzin Sûriyeyê. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ragihand ku îzna Rûsyayê heta meha Nîsanê hebû û wan Moskow haydar kiribû.

Analîstên Rûs vê helwêsta Tirkiyeyê weke hewildana tengavkirina Rûsyayê û piştgirîdana bi Ukraynayê dinirxînin.

Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Rohilatî Stanîslav Tarasov dibêje: “Eşkereye ku Amerîka pest li ser Tirkiyê dike. Tirkeye jî, weke endamekeNATO, neçar dimîne piştevaniya xwe bi siyaseta ambargoyan a hevpeymanên xwe ya li dijî Rûsyayê nîşan bide. Bi nêrîna min,  girtina asimana Tirkiyê dê ji bo Rûsyayê ne jandar be. Ji ber ku em dikarin bi ser Îran û Iraqê re jî xwe bigihînin Sûriyeyê. ”

Tirkiye heta niha bi fermî piştgirî ne daye, ambargoyên welatên rojavayî, yên ku ji ber şerê Ukraynayê li dijî Rûsyayê hatine sepandin, lê girtina esmana xwe weke helwesteke siyasî tê dîtin.

Pisporên serbazî dibêjin, divê Rûsya li hember Tirkiyê tedbîrên serbazî  û siyasî bigre.

Amîralê malnişîn, Akademisyenê Zanistên Serbazî û Konstantîn Sîvkov jî got: “Qet dûr nîne ku Tirkiye dest bi tevgereke ne dostane bike, heta dikare êrîşî bingehên Rûsyayê yên li Himeymîm û Lasqiyeyê bike. Hewil bide karigeriya xwe li Sûriyeyê zêdetir bike. An ku dikare beşekî erdê Sûrî dagir bike. Di bin behaneya şerê dijî kurdan de: kurdên Sûrî de, dikare hîn zêdetir erd têxe bun kontrola xwe.”

Jêderên nêzî Rêveberiya Rûsyayê amaje dikin ku Kremlîn pir bi hûrî çavdêriya her tevgerekî Enqerê dike. Lewra, piştî du gerên gotûbêjên navbena nûnerên Rûsya û Ûkraynayê yên li erdê Tirkiyeyê birêve çûbûn, Kremlîn ragihand ku, weke qadeke bingehîn ji bo gotûbêjan, ew Mînsk çêtir dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst