Fermandarekî Ukraynî: 600 serbazên me yên birîndar li Mariupol hatine dorpêçkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Ukraynî li navçeya pîşesazî ya Azovstala Mariupolê ku hevdem pêgeha dawî ye di destê artêşa Ukaryanê de mabe dibêje, 600 birîndarên wan di astên cuda de hene û daxwaz dike rêyek ji wan re bê vekirin daku ji wê navçeya dorpêçkirî bên rizgarkirin.

Sergey Volynsky, fermandarekî Ukraynî ye li Lîwaya 36 a Hêza Deryayî û di vîdeoyekê de ku roja Çarşembê 27ê Nîsana 2022ê li ser sosyal medyayê belav kiriye dibêje, bi sedan kesên sivîl zarok, jiderbketî û bi temen li navçeya Azovstala mane asê û rê nayê dayîn bên veguehstin.

Volynsky herwiha dibêje, xelkê sivîl di jêrzemînan de xwe vedişêrin.

Sergey Volynsky got: “Di nav grûpa me ya serbazî de, di astên cuda de zêdeyî 600 birîndarên me hene. Gelekî zehmet e li vê derê çareseriya pizîşkî bo wan bê kirin. Rewş ne guncaw e û kelûpelên pizîşkî li ber dest nînin. Hevdem ti karmendekî tendirustî lê nîne daku hevkariya wan bikin. Xelkên me yên sivîl jî hene ku birîndar bûne. Heta ji me bê alîkariya wan dikin. Li vê derê jî xelkê sivîl ligel me hene, bi sedan kes in, deh ji wan zarok in. Hejmareke zêde kesên jiderbketî ne, kêmendam û bi temen ligel me hene. Rewş gelekî xirab e. Herwiha pirsgirêkeke me ya mezin a av û xorakê heye. Ev jî xeynî pêdiviyên çek û teqemeniyan bo serbazên me.”

Ev di demekê de ye ku di çend hefteyên borî de, Rûsyayê zêdetir berê operasyona xwe daye eniya rojhilatê Ukraynayê Donbasê ku herdu herêmên Luhansk û Donetskê li xwe digre.

Bajarê Mariupolê dikeve başûrê Herêma Donetskê. Artêşa Rûsyayê dest daniye ser piraniya navçeyên wî bajarî, lê navçeya pêşesazî Azovstala ku kargeheke çêkirina hesin lê ye, pêgeha herî dawî ye ku di destê artêşa Ukraynayê de mabe.