Brîtanya: Divê em tank û firokeyên şer bidin Ukraynayê

28-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Brîtanyayê daxwazê ji welatên rojava yên hevpeymanê xwe dike daku tank û firokeyên şer bidin Ukraynayê û dibêje, niha dema pêşandana wêrekiyê ye ne hişyar kirin.

Roja Çarşembê 27ê Nîsana 2022ê Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss di gotara salane ya wezareta derve ya welatê xwe de got, pêşannedana helwêst ji aliyên rojava ve neku her şer sar nake, lê zêdetir rê bo Rûsyayê xweş dike ji bo ku li ser êrîşên xwe yên bo ser Ukraynayê berdewam be.

Truss got, depoyên Brîtanyayê tejî çekên giran in wek tank û firokeyên şer û daxwaz kir ku ew corên çekan bo Ukraynayê bên dayîn.

Liz Truss tekez dike ku divabû cîhanê ji bo rêgirtin ji dagîrkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve tiştekî zêdetir bikira û dibêje, “Em qet wê şaşiyê dubare nakin. Bi baweriya hinek aliyan ji ber metirsiya zêdebûna aloziyan, nabe em çekên giran bidin Ukraynayê. Lê bi baweriya min bêhelwêstî dibe mezintirîn rêxweşker bo Rûsyayê. Niha dema wêrekiyê ye, ne dema hişyarkirinê.”

Wezîra Derve ya Brîtanyayê amaje bi wê şiyana welatên din ên Ewropayê bo berevaniya li xwe û herwiha endambûna welatan di NATOyê de kir û got, “Divê tekezê li ser wê yekê bikin ku her weke Ukraynayê, welatên din ên rojavayê Baltîkê û welatên wek Moldova û Gurcistanê şiyana wan a berevanîkirin li serwerî û azadiya xwe dibe. Deriyê vekirî yê NATOyê tiştekî pîroz û binirx e. Eger bê û Fînlanda û Swêd biryar bidin wek karvedanekê bo êrîşên Rûsyayê, bên nav NATOyê, divê di zûtirîn dem de li xwe bigrin.”

Ev di demekê de ye ku welatên endamê NATOyê pêdiviyên serbazî wek mûşek û zirxpoş dane Ukraynayê, lê heta niha ti firokeyên şer û tank nedane. Dana firokeyên şer jî yek ji wan daxwazan e ku Serokê Ukraynayê berdewam daxwaz dike.

Brîtanyayê heta niha bi bihayê 565 milyon dolar hevkariya serbazî daye Ukraynayê ku bi hezaran mûşek li xwe digire. Lê ligel axaftina Wezîra Derve ya Brîtanyayê, Berdevkê Serokwezîr berî niha amaje bi wê yekê dabû ku ti planeke Brîtanyayê nîne firokeyên şer ji Ukraynayê re bişîne.

Truss herwiha got: “Rûsyayê endamtiya xwe ya daîmî li Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî wek derfet bikar aniye daku her dema kar û helwêsta endamên din ne bi dilê wê bû, veto û red bike. Heta Rûsya endamê grûpa welatên 20 be, ev grûp nikare tiştekî bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst