Lîbya: Ji ber şer koçberên Trablusê hatin veguhestin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên Xelîfe Hefter û Hikûmeta Wîfaqa Nîştîmanî ya Lîbyayê de, bi sedan koçber ku dixwestin bi rêya Lîbyayê derbasî Ewropayê bibin, li wê derê asê mane.

 

Rêxistinên Navdewletî çareseriyek bo kampeke wan koçberan dîtin û koçber bo cihekî ewletir veguhestine, lê ew tenê yek ji wan 6 navendên e ku car car dikeve ber gulleyên şerê navbera herdu aliyan.

 

Hevahengerê Navenda Koçberan, Fethî dibêje: “Berî du rojan, 700 koçber ji Qes Bin Xeşîr gihiştin vê derê, ev jî ji ber şerê Trablusê ye. 150 koçberên neyasayî li navendê hebûn, bi wateyeke din hejmara wan bûye 900 koçber. Hejmara wan zêde ye, pêdiviya me bi alîkariya navdewletî heye, pêdiviya navendê bi alîkariyeke zêde heye.”

 

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Ajansa Penaberan a ser bi UN ve UNHCR û Rêxistina Koçberan a Cîhanî, 328 koçber û penaber ji Qes Bin Xeşîr veguhestine cihekî ewletir, ev jî piştî wê yekê hat ku şer û pevçûn nêzîkî kampê bû û metirsî li ser jiyana koçberên çêbû.

 

Berpirsê Rêxistina Lêborîna Navdewletî ango Amnesty International, Magdalîna Mugrebî ragihand: “Tevî hemû wan êşkence û derd û êşên ku koçber rûbirûyî wan bûne, hinek ji wan ev çend meh in ji ber şer û pevçûnê jiyana wan ketiye metirsiyê. Ji ber nêzîkî hinek ji wan navenda ne ku şerê artêşa nişîtîmanî ya Lîbî û hêzên ser bi hikûmetê lê diqewime.”

 

Rêxistina Amnesty a Navdewletî hişyariyê dide ku metirsî li ser 6 navendên din ên koçberan li derdora Trablusa paytexta Lîbyayê heye.

 

Koçberên di wan kampan de bi piranî ji welatên hejar ên Afrîqayê hatine û dema dixwestin biçin Ewropayê, li Lîbyayê hatine girtin.