Dosyeyên Soçî derbarê Sûriyê bo Cenêvê hatin veguhastin

28-04-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Serkirdeyekî PYDê dibêje  ew amade ne beşdariyê di Cenêvê de bikin
Serkirdeyekî PYDê dibêje ew amade ne beşdariyê di Cenêvê de bikin
Nîşan Astana Cenêv Sûriye Rovayê Kurdistanê ENKS PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bidawîhatina hevdîtinên Astana 12, biryar hate dan ku dosyeyên girêdayî pirsa Sûriyê, Komîteya Destûrê û diyalogê, bo Cenêvê bêne veguhastin. Cîgirê serokê Îtîlafa Opozisyonê, Ebdulbasit Hemo got: “Di nav Desteya Danûstandkar de, 2 nûnerên kurd hene Ew jî ji bo gelê Kurd û Sûriyê, girîng e.”

 

Hevdem ligel bidawîhatina Astana 12, biryar hate dan ku pirsa Sûriyê, Komîteya Destûrê, danûstandin û diyalogê girêdayî wan tewereyan, bêne veguhastin bo Cenêvê.

 

Cîgirê serokê Îtîlafa Opozisyona Sûrî, Ebdulbasit Hemo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Bi veguhastina dosyeya Sûriyê û Komîteya Destûrê, herwiha encamên danûstandinên Soçî bo Cenêvê, derî bêhtir li ber çareya siyasî vedibin û derfet ji bo hemû pêkhateyan, di nav de jî gelê Kurd li Sûriyê, peyda dibe, ku mafên wan di destûrê de, parastî bin."

 

Hemo got: "Li Cenêvê beşdarbûna Kurdan heye, bi taybetî di Desteya Danûstankar de, ku 2 nûnerên Kurd têde hene. Girîngiya Cenêvê jî ew e ku lêvegera bingehîn û sereke ya Desteya Danûstandkar, daxuyaniya Riyad 2 ye, ku tê de doza Kurdî bi dozeke niştimanî hatiye binavkirin û navê dewleta Sûriyê, li şûna Komara Erebî ya Sûrî, bûye Komara Sûrî. Herwiha mafên hemû pêkhateyan, di nav de jî gelê Kurd, parastî ne."

 

Cîgirê serokê Îtîlafê tekez kir ku: "Girîngiya vê veguhastinê ji wê yekê tê ku Desteya Danûstandkar bi biryareke navneteweyî hatiye damezrandin û daxuyaniya Riyad 2 lêvegera wê desteyê ye û li Cenêvê beşdar dibe. Biryarên Cenêvê jî li ser sazan û lihavhatineke navdewletî hatine ragihandin û destpêşxeriyên ENKSê, ji berjewendiya Şoreşa Sûrî û hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên wî welatî ne. Êdî derbarê pirsa Sûriyê û Komîteya Destûrê, dibe ku tenê Cenêv yekalîker be." Eşkere jî kir ku "ENKSê rêgiriyê li pêşiya çi aliyekî din ê kurdî nake, ku beşdariyê di Cenêvê yan çi paltform û hevdîtinekê de, bike."

 

Derbarê egera beşdarbûna Rêveberiya Xweser, di Cenêvê de, endamê Encûmena Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ebdulkerîm Saroxan ji Rûdawê re got: "Em amade ne, di Cenêvê de, beşdar bibin, ji ber ku êdî pêwîstiya pirsa Sûriyê bi çareyeke siyasî heye, li gorî biryarên Cenêvê û Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî piştî ku DAIŞ ji aliyê leşkerî ve tûşî şikestinê bû."

 

Ebdulkerîm Saroxan hewlên Tirkiyê, weke kelem li pêşiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser, di Cenêvê de, binav kir, lê got: "Egera wê yekê heye ku, di paşerojê de, beşdarbûna Rêveberiya Xweser jî hebe. Bi taybetî ku 30 ji sedî ji xaka Sûriyê li jêr destê Rêveberiya Xweser e, ku ji 5 heta 8 milyon welatî li wan navçeyan dijîn, êdî ti çareyek ji bo Sûriyê wê ne giştgir û serast be, eger beşdarbûna Rêveberiya Xweser tê de, nebe, lê eger wiha nebe, êdî ew çareserî wê kêm û nerast be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst