Hewlêr (Rûdaw) – Li Myanmarê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 6,4 pileyan li rû dan û zerer li pey xwe anîn.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyar kir ku erdhejên bi hêza 7,7 û 6,4 pileyan li Taylandê û deverên din ên herêmê hatine hîskirin.
Li gorî USGSyê, erdheja yekem nêzîkî saet bi dema herêmî 06:20an, li bakurrojavayê bajarê Sagaingê çêbûye û di kûrahiya 10 kîlometreyan de rû daye.
Erdhejên li Myanmarê li Bangkoka paytexta Taylandê jî hat hîskirin.
Erdhej li avahiyên bilind ên li paytextê bi xurtî hatiye hîskirin û gelek avahî hatine valakirin.
Li Bangkokê ku zêdetirî 17 milyon kes lê dijîn, sîstemên alarman dest bi kar kir, welatî bi rêya pêlekenan ji apartman û otelan hatin daxistin û derketin kolanan.
Heta niha li ser zerer û ziyanan ti agahî nehatine dayîn.
Li Myanmarê di 2 erdhejên mezin de gelek avahî hilweşiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 28, 2025
🔴 Heta niha li ser zerer û ziyanan ti agahî nehatine dayîn#Myanmar #Earthquake #Erdhej pic.twitter.com/LzbsfIUEj3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse