Putin: Plana Trump a dagirkirina Greenlandê cidî ye

28-03-2025
RÛDAW
Nîşan Vladimir Putin Greenland Amerîka Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê da zanîn ku plana Amerîkayê ya ji bo dagirkirin û girêdana Greenlandê ya bi xwe ve “cidî” ye.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Murmanskê yê bakurê Rûsyayê beşdarî Konferansa Qutba Bakur bû.

Vladimir Putin li konferansê gotarek pêşkêş kir û got:

“Planên cidî yên Amerîkayê ji bo Greenlandê hene. Ew plan xwedî kok û rîşeyên dîrokî ne.”

Ji dema ku Donald Trump bû Serokê Amerîkayê ve gelek caran behsa wê kiriye ku dixwaze girava Greenlandê dagir bike, ji Danîmarkayê veqetîne û bike beşeke Amerîkayê.

Trump diyar kir ku ji bo “ewlehiya navneteweyî” pêwîstiya Amerîka bi Greenlandê heye.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser mijarê anî ziman:

“Şaşiyeke mezin e eger em wisa bifikirin ku ev tenê gotineke mezin a îdareya nû ya Amerîkayê ye.”

Serokê Rûsyayê diyar kir, tevî ku welatê wî bi awayekî rasterast pêwendî bi pirsgirêka Greenlandê re nînin jî Moskow dilgiran e ku “welatên NATOyê bi giştî, her ku diçe zêdetir li bakur wekî cihê destpêkirina nakokiyan dinêrin.”

Greenlanda ku berê hewl daye serxwebûna xwe ji Danîmarkayê wergire, baregeheke leşkerî ya Amerîkayê lê heye.

Biryar e roja înê Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance biçe serdana wê baregehê.

Girav dikeve cihekî stratejîk ê di navbera Amerîkaya Bakur û Ewropayê de.

Amerîka, Çîn û Rûsya girîngiyeke zêde didin Qutba Bakura ku ji ber guherîna avhewayê qeşayên wê hêdî hêdî dihelin û di nava deryayê de rêyên nû yên bazirganiyê vebûne.

Danîmarka bi hemû awayî li dijî gotinên Trump disekine û dibêje, xelkê Greenlandê naxwaze bibin beşeke Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst