Bîşkek (Rûdaw) - Nûnerên diyasporaya Kurdî yên ji Komarên Sovyeta berê li Bîşkeka paytexta Qirxizistanê kom bûn.
5mîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Kurd di bin alayên Kurdistan û Qirxizistanê de bi rê ve çû.
Rêveber û nûnerên komeleyên Kurd ên ji Qirxizistan, Ermenistan, Qazaxistan û Gurcistanê pirsgirêkên sereke yên diyasporayê danîn ser maseyê.
“Kurdên Kurdistana Sor vedigerin warên xwe”
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdî Remezan Seyîdov got:
“Di nava van sê salên dawî de Federasyonê çi kar kiriye, herwiah em dê çi kar û xebatê bikin? Ew tên gotûbêjkirin.
Ji bo rojevê çar pênc xal hatine hilbartin û hemû xal jî bi asîmlasyonê ve girêdayî ne.
Mesela, biryar hat dayîn, ji bo her cumhuriyetê ku Kurd lê dijîn, fona genca bê vekirin.
Wekî din, di van axiriyê de em dibînin, Kurdên Azerbeycanê, yên Kurdistana Sor vedigerin warên xwe malên xwe.
Îsal, piştî çend salan cara ewil Kurdên Azerbeycanê Newroz jî pîroz kir.
Me qerar girt ku fikrên xwe, xebatên xwe hinek ji wî alî da mehkem bikin ji bo Kurdên Azerbeycanê. ”
Jinan rojev diyar kir
Hejmara jinan di Kongreyê de kêm be jî di destnîşankirina rojevê de giraniya wan diyarker bû.
“Divê her dayik li malê bi zarokan re bi Kurdî biaxive”
Alîkarê Serokê Weqfa Knyaz Mîrzoyev Medîne Mîrzoyeva jî got:
“Di kongreyê de hat gotin ku gerek her malbat qîzên xwe bidin xwendin.
Çima dibêjin zimanê dayikê, nabêjin zimanê bav? Loma jî em wek dayikên Kurd dibêjin, gerek her dayik li malê bi zarokê xwe bi zimanê Kurdî xeber bide.
Divê li malê hînî kultur, edet û hemû tiştan bike. Dayik van tiştan fêrî zarokan dikin.
Çawa ku dibêjin, destpêkirin ji jina ye. Hêvîdar im ku hemû malbat vê tiştî bifikirin.
Yek jî zewac e. Ez nexwazim bibim miletkar an jî nazîst lê dixwazim ku her kes bi hinek kesên ji miletê xwe re bizewice da ku ziman winda nebe. ”
Kurdên Qirxizistan û Qazaxistanê bi tevayî qurbaniyên siyaseta sirgunê ya Yekîtiya Sovyetê ne.
Yek ji xalên rojeva kongreyê jî mijara qerebûkirina zilma sirgunê ya ser Kurdan bû.
Alîkarê Serokê Federasyona Komeleyên Kurd Îbrahîmê Filît jî got:
“Mirovên me yên ku hatibûn sirgunkirin û zarên wan ên ku heta sala 1956an ji dayîk bûne, em ji dewletê tezmînateke, teqawideke ji bona wan dixwazin.
Ji bo vê, em dê ji parêzer û hiqûqzanan komîteyekê çêkin û ew dê ser vê meseleyê bişixulin.
Herwiha ew dê li gel belgeyan danûstandineke nav dewletê û civakê bê çêkirin da ku ew tezmînat bigihêje cimaetê.”
“Ji Kurdan re yekbûn lazim e”
Alîkarê Serokê Komeleya Berbangê Eledîn Mustfayev jî got:
“Problemên me yên Kurdên Sovyeta berê hene wekî problemên kultur û ziman. Di serî de jî ziman.
Em zimanê xwe ji bîr dikin, em ziman nizanin.
Lê yek problemeke me sereke heye ew jî yekbûna me tune.
Ji Kurdan re yekbûn lazim e. Kengî yekbûn hebe, prblem jî tunebe. Kongre dikare vê probleme çareser bike û dike jî.”
Kongre ji bo rojekê hatiye plankirin û di rojevê de hilbijartina rêveberiyê tune.
Di nava bîryarên pesendkirî de yên sereke, amadekirina pirtûkên hînkariyê ji bo zarokan û xebata li ser mafê wergirtina qerebûya sirgunê cih girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse