Tirkan êrişî Kurdan kiribû: Serokwezîrê Belçîkayê daxuyaniyek da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Belçîkayê bangî Kurd û Tirkên li Belçîkayê dijîn kir ku êrişên xwe rawestînin û aştiyê biparêzin.

Li bajarokê Heusden-Zolderê yê Belçîkayê, malbateke Kurd dema ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriya, rastî êrişên nijadperestên Tirk hat.

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo doh di daxuyaniyekê de ragihand:

“Em ji hemû aliyan dixwazin ku aram bin, dev ji hêrskirina hev berdin û wekî bi deh salan e ku em bi hev re dijîn, hewl bidin ku bi hev re bijîn.”

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo herwiha got:

“Ji bo piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwepêşandanan mekin, ji ber ku wekî rêxistineke terorîst hatiye binavkirin.”

Çi bûbû?

Mala malbata Kurd a li bajarê Heusden-Zolderê yê Belçîkayê ji aliyê nijadperestên Tirk ve hatibû dorpêçkirin û ew rastî êrişê hatin.

Nijadperestên Tirk li pêş mala malbata Kurd ku ji Newrozê vegeriyabû kom bûbûn û wan Alaya Kurdistanê şewitandibû.

Piştî van bûyeran li Belçîka û gelek bajarên Ewropayê di navbera Kurd û Tirkan de şer derket û her du aliyan êrişî dikan û kargehên hev kir.

Rayedarên Tirkiyeyê li ser asta herî bilind hatin ser xetê û wan piştgiriya welatiyên xwe kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Niha saziyên me yên fermî yên li wê derê bûyerê dişopînin.

Balyozxaneya me jî dişopîne. Em jî dişopînin, înşalah dê encam bi xêr be.”

Li gorî Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li Belçîkayê nêzîkî 70 hezar Kurd dijîn ku piranî yan li Bruksela paytext in.

Herwiha nêzîkî 500 hezar welatiyên Tirkiyeyê li Belçîkayê dijîn.