Putin: Dê F-16 bibin hedefa me

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, balafirên F-16 ên ku welatên din bidin Ukraynayê dê bibin hedefa wan a rewa.

Putin li herêma Tverê navendeke perwerdeyê ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ziyaret kir.

Putin diyar kir ku balafirên şêr ên Rûsyayê yên Su-34, Su-30 û Su-57 “karekî baş” dikin.

“Em dê F-16an tune bikin”

Serokê Rûsyayê li ser planên ku dê welatên Ewropayê F-16an bidin Ukraynayê û pîlotên Ukraynayê perwerde bikin, got:

“Ev, li qada şer ti tiştî naguherîne.

Me çawa zirxpoş û amûrên din ên leşkerî tune kiribin, em dê F-16an jî tune bikin.

Ev balafir li kû derê bên bikaranîn dê bibin hedefa me ya rewa.”