Rêxistina Efûya Navdewletî rapora binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê belav kir

28-03-2023
RÛDAW
Nîşan Amnesty Rêxistina Efûya Navdewletî Mafên Mirovan Tirkiye Binpêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûya Navdewletî (Amensty International) rapora xwe ya 2022/23an a di derbarê rewşa mafê mirovan a Tirkiyê de belav kir.

Li gor rapora Rêxistina Efûya Navdewletî ya 2022/23ê li Tirkiyê, lêpirsînên bê bingeh, darizandin û biryarên cezakirinê yên li dijî parêzvanên mafên mirov, rojnamevan, siyasetmedarên opozîsyon û yên din de berdewam in. Parlamentoyê bo sînordarkirina azadiya raderbirînê guhertinên tund di yasayên berê de kirin. Polîsan li gelek bajaran bi sedan kesên ku beşdarî “Meşên Rûmetê” bûn desteser kirin û mafê kombûna aştiyane bi awayekî cidî sînordar kirin. Tirkiye, li ser asta cîhanê yekemîn welat e, ku herî zêde penaber lê ne. Lê ji ber gotinên nijadperestî yên di nav siyasetmedar û medyayê de li dijî penaberan, zemînek hat avakirin û di encam de bêyî wergirtina serlêdanên wan paş de vegerandina penaberên Efxanî û yên din bû sedema mirin û birîndarbûnan. Herwiha derbarê îşkence û tevgera xirab de îdiayên cidî û pêbawer hebûn.

Rewşa giştî

Komîteya Mafên Civakî ya Ewropayê, di meha Adarê de gihişt wê encamê ku li “Tirkiyê ji bo tekoşîna li dijî hejarî û cudakariya civakî helwêsteke baş û hevahengî nîne.” Li Tirkiyê enflasyona dawiya salê gihişte %64.27an û bo milyonan kes krîza xerciyên jiyanê kûrtir bûn û pirsgirêka aborî destpê kir. 13ê Mijdara 2023ê li Stenbolê di êrîşeke bi bombeyî de 6 kesan canê xwe ji dest dan û zêdeyî 80 kesan birîndar bûn. Desthilatdarên Tirkiyê, ji ber êrîşê PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a navenda wê Sûriye tohmetbar kirin. Di 20ê Mijdarê de Tirkiyê, bi hinceta bersivdayîna çalakiya bombekirinê êrîşên esmanî bo ser Sûriye û Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) kirin.

Azadiya raderbirînê

Di meha Gulanê de biryara Dadgeha Bilind a derbarê rawestandina giştînameya ku ji bo astengkirina tomarkirina çalakî û xwepêşandanan ji aliyê welatî û rojnamevanan hatibû derxistin, misoger bû. Di meha Hezîranê de li Amedê, ji sê saziyên medyayê 16 rojnamevan û Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dicle Firat bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” hatin girtin û bi armanca darizandinê bo girtîgehê hatin şandin. Heta dawiya salê îdianameya wan nehatibû amadekirin. Hunermend Gulşen, ji ber axavtineke di meha Nîsanê de ya bi henekî di navbera wê û komeke endamên wê de ku li ser sosyal medyayê hat belavkirin, di meha Tîrmehê de bi hinceta “handana dijminkarî û kinê ya di navbera gel” de hat girtin û piştî 3 rojan bo cezayê xwe li mal derbas bike bo mal hat şandin û piştî 2 hefteyan jî cezayê wê hat betalkirin. Heta dawiya salê jî doza wê berdewam bû û encam nebû. Dadgeha Herêmê ya Enqerê, di meha Îlonê de cezayê 11 endamên Yektiya Pizîşkên Tirk (TTB) ku di sala 2019an ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “handana dijminkarî û kinê ya di navbera gel” de hatibû dayîn, betal kir. Dozger di meha Cotmehê de li dijî biryarê îtiraz kir û heta dawiya salê encam ne diyar bû. Parlamentoyê di meha Cotmehê de “yasayê sansurê” derxist û cezayê “bi awayekî vekirî belavkirina zanyariyên xapandina xelkê” hat derxistin û desthilatên Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanyariyê hatin zêdekirin. Bi vê yasayê dethilat bo Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanyariyê hat dayîn ku ji bo rakirina naverokan û parvekirina amarên bikarhêneran zextê li kompanyayên sosyal medyayê bike û cezayê pereyan bide wan û qada wan sînordar bike. Yasayê bi rêya berpirsiyariyên cezayî, îdarî û darayî rêkarên li dijî kompanyayên sosyal medyayê tundtir kirin. Di 1ê Kanûnê de rojnamevanê Bêdlîsî Sinan Aygul, bi hinceta îdiayên destdirêjiyê yên nehatine qebûlkirin li ser Twitterê parve kirine, yekemîn kes bû ku hat girtin. Piştî 12 rojan di 22ê Kanûnê de hat berdan. Di meha Kanûnê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, bi hinceta “heqareta li karmendê hikumî” hat cezakirin û qedexeya siyasî hat dayîn. Dadgehê piştî ku Îmamoglu, sala 2019an di dema daxuyaniya bo medyayê de endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan wek “ehmeq” binav kirin, doz vekir. Biryara temyîzê (Dadgeha Bilind) nehatiye dayîn.

Azadiya civînê

Desthilatdaran, mafê kombûna aştiyane ya Dayikên/Mirovên Şemiyê yên ji bo protestokirina kesên di salên 1980 û 1990an de bi zorê hatibûn revandin û wendakirin, li Meydana Galatasarayê berdewam kom dibûn asteng kirin. Polîsan di meha Hezîranê de civîna aştiyane ya 900emîn asteng kirin û di nav de parêzerên mafên mirov Ozturk Turkdogan û Eren Keskin hejmareke zêde ya kesûkarên wendakiriyan desteser kirin. 2ê Tebaxê polîsan protestoya aştiyane ya Dayikên/Mirovên Şemiyê li Goristana Altinşehir a bi armanca Roja Wendakiriyên bi Zorê ya Navdewletî asteng kirin û 14 kes desteser kirin. Darizandina bê bingeh a 46 kesên beşdarî civîna 700emîn a Tebaxa 2018an berdewam bû. Di meha Îlona 2022ê de berî rûniştina pêncemîn a dadgehê polîsan li pêş Dadgeha Çaglayanê rê nedan daxuyaniya medyayê û 3ê jê parêzer bi tevahî 16 kes desteser kirin. Astengiyên ne hiqûqî li dijî “Meşa Rûmetê” berdewam bûn. Rêxistinên mafên LGBTÎyan bi belge îspat kirin ku li tevahiya welat 10 “Meşên Rûmetê” hatine astengkirin û di “Hefteya Rûmetê” de zêdeyî 530 kesan hatine desteserkirin. 10ê Hezîranê “Meşa Rûmetê” ya xwendekarên Zanîngeha Teknîk ya Rojhilata Navîn hat astengkirin û 38 xwendekar hatin desteserkirin. Di meha Hezîranê de hemû “Meşên Rûmetê” hatin astengkirin, li Stenbolê hemû çalakiyên “Hefteya Rûmetê” hatin astengkirin.

26ê Hezîranê polîsan, bi gaza rondikrêj û guleyên plastik êrîşî çalakvanên LGBTÎyê yên li Kolana Îstiklalê civiyabûn, kirin û herî kêm 370 kes desteser kirin û ew belav kirin. Meha Cotmehê dozger, tevî ku delîlek nebû, bi hinceta “zerar gihandina milkê hikumî” di dema protestoyeke Çileya 2021ê de derbarê 4 xwendekaran de daxwaza cezakirinê kir. Di meha Gulanê de 70ê xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ku di dema beşdariya “Meşa Rûmetê” de bi hinceta “Li dijî yasayê beşdarî civîn û meş û tevî hişyarkirinê belav nebûnê” hatin tawanbarkirin.

Azadiya rêxistinbûnê

Tirkiyê, pêşniyarên bo tekoşîna dijî fînansekirina terorîzmê û spîkirina pereyên reş li dijî saziyên sivîl wek zextekê bikar anî, lê di “lîsteya gewr” a Hêza Erk û Çalakî ya Darayî ya di navbera hikûmetan de bû. Di çarçoveya Yasaya Rêgirîkirina Fînansekirina Belavbûna Çekên Kîmyayî de, desthilatdaran zextên li ser saziyên sivîl zêdetir kirin. Doza girtinê û daxwaza qedexeya 5 sal siyasetê bo 451 rêvebir û endamên mezintirîn partiya duyem a opozîsyonê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam e. Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, meha Mijdarê biryar da ku mafên mirov û mafên parlamenteriyê yên Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag û 13 parlamenterên berê hatiye binpêkirin. Meha Nîsanê li 13emîn Dadgeha Bingehîn (asliye) a Hiqûqê ya Stenbolê bi hinceta “çalakiyên neyasayî û bêexlaqî dike û zerarê dide bingeha malbata Tirk” li dijî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin doza girtinê destpê kir. Doza li dijî Navenda Civakî ya Tarlabaşiyê ya Stenbolê bi hinceta “bandor li nêrîna asayîkirina her xwestekeke regezî ya zarokan” heta dawiya salê berdewam dikir. Biryara rawestandina çalakiyên navendê ku meha Sibatê hatibû wergirtin, di meha Nîsanê de hatibû betalkirin.

Nedana ceza

11emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, dosyeya darizandina 26 welatiyên Siûdiyê yên sala 2018an ji ber kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi rawestand û dosya radestî Erebîstan Siûdiyê kir. Piştî wê peywendiyên her du welatan pêş ketin. Doza kuştina parêzerê mafên mirov Tahir Elçi, ku 3 polîs û kesekî dihat îdiakirin endamê PKKê ye berdewam e. Darizandina 13 polîsên ku sala 2011ê li navçeya Hopayê bi hinceta kuştina Metin Lokumcu di dema protestoyekê de berdewam dike.

Parêzvanên mafên mirov

Li dijî Hevserokê Komeleya Mafên Mirov Ozturk Turkdogan, di nav salê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê”, “heqareta li karmendên hikûmî” û “biçûkxistina milletê Tirk” 3 doz hatin vekirin. Encama îtiraza li dijî biryarên beraetê yên her du dozên destpêkê ku li Dadgeha Herêmê ya Enqerê hatiye kirin, diyar nebûye. Darizandina sêyem jî di dawiya salê de berdewam bû. Biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, derbarê dozên Osman Kavala û Selahattin Demirtaş de nehatin cîbicîkirin û serokkomar û berpirsên din ên bilind ên hikûmetê, ragihandin ku Tirkiye pêbendê biryaran nabe. Konseya Ewropayê di meha Sibatê de ji ber azadnekirina Osman Kavala pêvajoya binpêkirinê da destpêkirin. Ev duyemîn pêvajoya binpêkirinê bû ku li dijî welatekî endam hatibû destpêkirin. 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, meha Nîsanê di doza ji nû ve dîtinê ya Parka Geziyê de bêyî ku ti delîlek hebe Osman Kavala û 7 kesên din wek tawanbar qebûl kirin.

Bi tawanê “hilweşandina hikûmetê” ceza li Osman Kavala hat birîn û bêyî derfeta berdana bi şert bê dayîn cezayê heta hetayê lê hat birîn. Bi hinceta ku alîkariya Osman Kavala kirine her yek 18 sal ceza Mucella Yapıcı, Tayfun Kahraman, Can Atalay, Mine Ozerden, Çigdem Mater, Hakan Altinay ve Yigit Ekmekçi hat birîn. Encama îtiraza van cezayan a li Dadgeha Herêmê hat kirin, heta dawiya salê diyar nebûbû. Dadgeha Herêmê ya Stenbolê di meha Nîsanê de, cezayê ku piştî hewla derbeya 2016an di doza rojnameya Ozgur Gundem de bi hinceta “rêxistina terorê” li parêzera mafên mirov Eren Keskin hatibû birîn, pesend kir. Cezayên heta dawiya salê li Eren Keskin hatin birîn, gihişte 26 sal û 9 mehan û encamên îtirazên li Dadgeha Bilind diyar nebûne. Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê meha Gulanê biryar da ku ji ber girtina salên 2017 û 2018an a Taner Kiliç, mafê wî yê azadî, ewlehî û raderbirînê hatiye binpêkirin û bêyî ku sedemên aqilane hebin hatiye girtin. Dadgeha Bilind meha Mijdarê, derbarê Doza Parêzvanên Maf de, ku salên dirêj berdewam kir, biryara girtina Taner Kiliç bi tawanê “endamtiya rêxistina terorê” û bi hinceta “lêpirsîna kêm” û cezayê 3 parêzvanên mafên mirov ên din jî bi hinceta “nebûna delîlan” hilweşand. Meha Îlonê 15 jê endam, karmend û rêveberên Komeleya Şopandina Koçê bi tevahî derbarê 23 kesan de bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” doz hat vekirin. Dozgeriyê îdia kir ku 3 raporên komeleyê bi armanca “propagandaya terorê” hatine belavkirin û pereyên ku ji çavkaniyên biyanî hatine wergirtin bo komeke çekdarî hatine veguhestin. Yekemîn rûniştina dozê 13ê Kanûnê bi rêve çû. Meha Cotmehê Seroka Yekitiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincanci bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat girtin. Fincanci di dema beşdariya weşana zindî de, derbarê rapora Rêxistina Efûya Navdewletî ya bikaranîna çekên kîmyayî ya li dijî endamên PKKê de banga lêpirsîneke serbixwe ya navdewletî kiribû. 24emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê meha Kanûnê îdiaya dozê qebûl kir û yekem rûniştina dozê 23ê Kanûnê birêve çû.

Cudakarî - Mafên Jinan

Meha Gulanê bi armanca parastina jinan û xebatkarên tendirustiyê yasayek hat derxistin. Li gor yasayê şopandina jinê bi berdewamî weke tawan hat qebûlkirin û cezayê kuştina jinan hat zêdekirin. Li gor amarên fermî ku hikûmet eşkere dike, deh mehên destpêkê yên sala 2022ê herî kêm 225 jin hatin kuştin, lê li gor hinek raporên din hejmara jinên kuştî gelek zêdetir bû. Li gor Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, 393 jin hatine kuştin. Meha Adarê li Amedê 3 endamên jin ên Komeleya Jin a Rosa hatin desteserkirin û bi awayekî bê bingeh bi “endamtiya rêxistina terorê” hatin tohmetbarkirin. Dozgeran îdia kir ku çalakiyên Roja Jinan a Cîhanî û Roja Tekoşîna Navdewletî ya Dijî Tundûtûjiya Dijî Jinan bi fermana komeke çekdar hatiye kirin. Meha Temûzê, dadgeha îdarî ya herî bilind Daniştayê, serlêdana ji bo betalkirina biryara serokkomariyê ya vekişandina ji Peymana Stenbolê red kir.

Mafên LGBTI

Di nav de berpirsên hikûmetê hinek siyasetmedar li dijî LGBTIyan bi berdewamî gotinên nefretê bikar anîn û kampanyayên reşkirinê kirin û ev ji aliyê medyayê ve hat teşwîqkirin. Cudakarî, tirsandin û tundûtûjiya li dijî LGBTIyan bi taybetî di “Hefteya Rûmetê” de zêdetir bû. Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê meha Îlonê, rê da vîdeoyekê ku LGBTI wek sedema hilweşandina malbatê dihatin nîşandan bê weşandin.

Mafên koçber û kenaberan

Berpirsên Tirkiyê, li dijî bi hezaran Afxaniyên li ser sînor bêyî ku serlêdana penabertiyê bê wergirtin, ji bo paş de vegerandina wan di nav de teqekirin hêza neyasayî bikar anîn. Di hinek rewşan de li dijî Afxaniyên ku dixwestin di sînor re derbas bibin, çek hat bikaranîn û di van bûyeran de mirin û birîndar bûn çêbûn. Hinek kes di bin navê “vegera bi dildarî” de bi balafiran bo Afxanîstanê hatin şandin. Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, meha Temûzê derbarê paş de vegerandina zilamekî Sûriyeyî di çarçoveya “vegera bi dildarî” de biryar da ku qedexeya paş de vegerandinê, mafê serlêdanê, mafê azadî û ewlehiyê û qedexeye helwêsta biçûkkirinê hatiye binpêkirin. Rêxistinên mafên mirov, di navbera mehên Sibat û Temûzê de bi belge îspat kirin ku Tirkiyê bi sedan penaberên Sûrî desteser kirine, bi zorê girtine û bi awayekî neyasayî paş de vegerandine.

Îşkence û tevgera xirab

Şahidhal dibêjin, meha Nîsanê li Girtîgeha Silivriyê komeke gardiyanan a qelebalix li girtiyan dane û ew neçar kirine ku li xwekuştinê bifikirin. Girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz, piştî îdiayên lêdanê û tevgera xirab ji aliyê gardiyanan ve meha Nîsanê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Bi dehan girtiyên din jî, piştî îdia kirin ku gardiyanan li wan dane bo girtîgehên din hatin veguhestin. Serdozgeriya Komarê ya Silivriyê ragihand ku derbarê îdiayan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, lê heta dawiya salê encamek ji lêpirsînê derneketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst