Hêzên Rûsya û Ukraynayê li Luhanskê bombe li hev dibarînin

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Sivrodonitzka yê li herêma Lûhansk ya di bin kontrola hikûmeta Ukraynayê de, bi temamî dişibe şerê cîhanê yê duyem.

Tatiana Kistaiva li ber mala xwe ya ji ber burdumanê xirabû , radiweste. Bi xemgînî behsa kêliya bombebaranê dike.

Tatiana Kistaiva, Nişteciha Luhanskê, dibêje, “Ronahî hat û bombe teqiya. Odeya me ya rûniştinê û xwaringeha me hatin xwarê û hilweşiyan. Em perîşan bûn lê me xwe rizgar kir.”

Gelek avahiyên bajêr ji ber topbaranê hilweşiyane û gel di rewşeke zehmet ya mirovî de dijîn. Avahiya ku berê bi dehan kes lê diman, piştî êrîşa Rûsyayê tenê 25 kes lê mane.

Natalîa Kalinina, Niştecîha Luhanskê, dibêje, “Carna mirov tên vê derê û serdana malên xwe dikin. Lê em her tim li vir in. Bi êzingan em xwarinê amade dikin. Elektrîka me nîne. Gaza me tune ye. Carna ava me heye, lê îro ava me nîne."

Li bajarê Pervomaîs ê li herêma Luhanskê ku di bin kontrola artêşa Rûsyayê û hêzên nêzî wê de ye, rewşa şer û bordûmanan jiyan zehmet kiriye.

Vîktor Matvîev, Efser li Navenda Kontrol û Koordînasyonê ya Luhanskê, dibêje, “Beriya du şevan artêşa Ukraynayê bajar bombebaran kir û di encama wê de 9 avahiyên bilind û pirtûkxaneya bajêr hatin rûxandin.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), ji destpêka êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê 6 milyon û 500 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûne û zêdeyî 3,7 milyon kes penaber bûne.

Her li gor amarên NYê di encama şer û pevçûnan de 1035 sivîl hatine kuştin û 1650 sivîl jî birîndar bûne.