Parlamentoya Brîtanyayê hemû bijardeyên derbarê Brexitê de red kirin

28-03-2019
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Brexit Yekîtiya Eweropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Brîtanyayê hemû bijardeyên alternatîfa rêkeftina derketina ji Yekîtiya Ewropayê red kirin, lê deng li ser wê yekê da ku dema derketinê bo meha bê were paşxistin.

 

Parlamentoya Brîtanyayê bo gotûbêjkirina bijardeyên derketina ji Yekîtiya Ewropayê roja Çarşemê civiya û di civînê de deng li ser 8 bijardeyan hat dayîn bo derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê.

 

Lê di civînê de, Parlamentoya Brîtanyayê ji xeynî razîbûna li ser paşxistina dema derketinê ji Yekîtiya Ewropayê bo 22ê Nîsanê, hemû senaryoyên derketina ji yekîtiyê red kirin.

 

Ji wan 8 senaryoyên ku roja Çarşemê Parlamentoya Brîtanyayê xistin dengdanê, senaryoya mana Brîtanyayê di Yekîtiya Gumrikê de piştî Brexitê dengên herî zêde anîn ku 272 deng na û 264 dengên erê bûn, lê bi cudahiya 8 dengan ev senaryo jî hat redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst