Pasdarên Îranê milîsên Hûsî perwerde û çekdar dikin

28-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin ku pasdarên Îranê milîsên Hûsî yên Yemenê ji bo şerê li dijî hikûmeta wî welatî perwerde û çekdar dikin.

Milîsên Hûsî yên Yemenê, ku niha dest danîne ser hikûmeta wî welatî, rastî êrişa welatên erebî bi fermandehiya Erebistanê hatine.

Ev çend roj in Erebistan û çend welatên erebî dest bi operasyoneke asmanî li dijî milîsên Hûsî kirine lê dîsa nekarîne pêşiya pêşdeçûna wan bigirin.

Piştî ku Erebistanê li milîsên Hûsî da, Îranê bi tundî nerazîbûn nîşan da.

Ajansa Reutersê jî li ser zarê hinek rayedarên amerîkî eşkere kir ku pasdarên Îranê milîsên Hûsî ji bo şer perwerde û hazir dikin û çekan didin wan.

Li gorî nûçeyê, beriya ku Hûsî derbasî paytexta Yemenê bibin, Îranê çek û alîkariyên darayî dabûn wan.

Piraniya welatên erebî Îranê bi piştevanîkirina milîsên şîe yên Yemenê tohmetbar dikin.

Hûsî li bakurê Yemenê bicîh bûne lê ev çend meh in hikûmeta Yemenê zeft kirine, ji ber wê jî Serokê wî welatî xwe avêtiye ber bextê Erebistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst