Li Denmarkê nijadperestên Tirk ciwanekî Kobanî bi giranî birîndar kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Esbjerg ê Denmarkê grûpeke nijdaperestên Tirk êrîşî ciwanekî Kurd ê ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kirin û bi kêran ew bi giranî birîndarkirin.
Hat ragihandik xortê ji Kobanî ku hatiye birîndarkirin navê wî Mihemed Oso ye, niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û tendirustiya wî ne cîgir e.
Li gorî zanyariyan malbateke Efrînî, di dema êrîşê de mudaxele dike, wî xortê Kurd ji nava destên kesên ku êrîş kirine rizgar dike û polîsan li ser bûyerê agahdar dike.
Heta niha sedema wê êrîş eşkere nebû ye, polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirinê.