Xwendekarên Kurd ji ber şer Ukraynayê bicîh dihêlin

28-02-2022
RÛDAW
Xwendekarên Kurd ji ber şer Ukraynayê bicîh dihêlin
Xwendekarên Kurd ji ber şer Ukraynayê bicîh dihêlin
Nîşan Xwendekarên Kurd Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwenkarên Kurd ên ku li Ukraynayê dixweynin, piştî êrişa Rûsyayê neçar mane wî welatî bicih bihêlin.

Sîzar û hevalên wî bo xwendinê çûne Ukraynayê, lê şer ew neçar kirin wî welatî bicîh bihêlin, niha Sîzar û du hevalên wî li Warsawa (Warşow) Polandê ne û Barzan jî xwe gihandiye Muniha Almanyayê.

Xwendekarê Kurd ê li Kievê Sîzar Îmad  dibêje “Metirsî li ser jiyana me hebû, em li male bûn dengê fîşekan dihat, di nîvê şevê teqe hebû.”

Sîzar di qonaxa pêncem a Kolêja Pizîşkî ya Diran de ye li Kievê. Navbirî ji Tora Medyayê ya Rûdawê re got, hikûmeta Iraqê bo vegerandina wan a bo Herêma Kurdistanê tiştek nekiriye.

Sîzar Îmad got jî “Em ji sînorê Ukraynayê derketin bo Polandê, bi rastî Polandê rêz li me girtin û bêrêzî nekirin. Herwiha daxwaza paseporta me ya Iraqî jî nekirin.”

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, di çend rojên derbasbûyî de 368 hezar kesan li Ukraynayê malên xwe bicîh hiştine, zêdeyî 156 hezar ji wan çûne nav Polanda welatê cîran.

Yek Ji wan Xwendekarên ji Kievê Çûye Warşowê Barzan Elî  diyar kir “Em ji Kievê heta gehiştin deriyê Polanda 12 heta 13 demjimêrên me çûn, ji ber qerebalixiyeke zêde a otomobîlan hebû ku rawestiya bûn.”

Ew welatiyên karmendên Wezareta Xwendina Bilind û bo xwendina bilind çûne Ukraynayê tenê 26 kes in, lê yên li ser hesabê xwe bo xwendinê çûne wî welatî nêzîka 300 kesan dibin û li 37 zanîngehên wî welatî dixwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst