Li Nîjerya hejmarek keçên hatibûn revandin hatin azadkirin

28-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek ji wan xwendekarên keç ên Nîjeryayê ku du hefte berî niha hatibûn revandin, îro hatin azadkirin.

Ebûbekir Bello, Hakimê Herêma Nigerê ku dikeve bakurê rojhilatê Nîjeryayê got, 38 xwendekarên keç ku du hefte berî niha ji dibistaneke amadeyî hatibûn revandin, hatine azadkirin.

Polîsê Nîjerya ragihand ku naverasta vê mehê grûpeke çekdar a nenaskirî bi ser dibistaneke amadeyî ya keçan de girtine û 317 xwendekarên keç revandine bêyî wêya bê zanîn ka ser bi çi aliyekî ne.

Revandin beşeke ji zincîreyek çalakiyên grûpên çekdar bi taybetî li navçeya Zafara ya bakurê rojavayê Nîjeryayê ku revandin û girtina keçan wek rehîne bikar tînin li beramber wergirtina pereyan ji hikûmetê û herwiha guşarê bikin bo azadkirina endamên xwe yên di zîndanên hikûmetê de ku wek çeteyên ser rêyan binav dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst