Nîşangirê Serokomarê Fransa bi xeletî teqe kir: 2 birîndar

Navenda Nûçeyan – Di dema axavtina Serokomarê Fransayê Francois Hollande de nîşangirekî wî bi xeletî gule berda û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

 

Serokomarê Fransayê Francois Hollande di vekirina trêna lezgîn a xeta navbera Tours-Bordeaux de diaxivî. Di dema axavtina wî de nîşangirekî garda zêrevanên wî bi xeletî gule berda û ev bû sedema tirsê.

 

Tîmên nîşangirên taybet ên Hollande, ji bo parastina serokomar li bajarê Villognonê li avahiyên derdora qada merasîmê, xwe bi cih kirin.

 

Di dema axavtina Hollande de çeka leşkerekî ku li ser xaniyê, xwe bi cih kiribû, di dema guherandina cihê xwe de teqiya.

 

Bûyer demeke kin bû sedema panîkê û 2 kes bi awayekî sivik birîndar bûn.

 

Tevî dengê çekan, Hollande axavtina xwe berdewam kir û piştî axavtinê ji bo birîndaran şîfa xwest.

 

Parêzgerê Herêma Charente Pierre N’Gahane, ji rojnamevanan re daxuyaniyek da û ragihand, rewşa birîndaran baş e û li ser leşkerê ku bû sedemê bûyerê, lêpirsîn dê were destpêkirin.