Belçîka komek pisporên leşkerî dişîne Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) – Belçîka 35 efser û pisporên xwe yên leşkerî ji bo fêrkirina hêzên iraqî dişîne Iraqê. Hat gotin ew pispor dê neçin Herêma Kurdistanê.

Wezareta Parastinê ya Belçîkayê ragihand ku 35 efser û pisporên leşkerî yên wî welatî dê îro (28ê Sibatê) derbasî Bexdayê bibin û hêzên Iraqê perwerde bikin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Belçîkayê, di nav wan leşkeran de 20 kes pisporên leşkerî ne û 15 jî dê wan pisporan biparêzin.

Wezîrê Parastinê yê Belçîkayê Steven Vandeport duh (27ê Sibatê) gotibû, ew leşkerên ku dê biçin Iraqê di çarçoveya xebata Belçîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de diçin Iraqê û dê 6 mehan li wir bimînin û hêzên iraqî perwerde û fêrî şer bikin.

Tê gotin, xercê wan leşkerên Belçîkî 1 milyon û 800 hezar euro hatiye hesibandin.

Li gorî daxuyanî û agahiyên wezaretên Parastinê û Derve yên Belçîkayê, ew leşkerên Belçîkayê naçin Herêma Kurdistanê û dê tenê li devera Fellûce ya Iraqê bimînin.

Belçîkayê beriya niha jî 4 balafirên xwe yên şer ji curê F-16 her wiha 120 leşker û pisporên xwe yên leşkerî ji bo şerê DAIŞê şandibû Rojhilata Navîn.