DMME: Tirkiyê herî zêde azadiya derbirînê binpê kiriye
Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ragihand ku li gor bilançoya 2020an herî zêde Tirkiyê azadiya derbirîn û ramanê binpê kiriye. Li gor amarên DMMEyê piştî Rûsyayê herî zêde, ji Tirkiyê ji bo dozê, serlêdana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hate kirin.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, îro li navenda xwe ya li Strasbourgê amarên derbarê binpêkirinên azadiya derbirîn û ramanê de belav kirin.
Li gor amarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, weke sala pêştir, herî zêde ji Rûsya, Tirkiye, Ukrayna û Îtalyayê dozên ji ber binpêkirinên azadiya derbirînê li wê dadgehê hatine vekirin.
Li gorî raporê, di 2020an de ji Rûsyayê 13 hezar û 800 serlêdan, ji Tirkiyê 11 hezar 150 serlêdan, ji Ukrauna 10 hezar û 250 serlêdan û ji Îtalyayê jî 3 hezar û 400 serlêdan bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatine kirin û ew jî dike ji sedî 75 a tevahiya serlêdanan.
Derbarê Tirkiyê de 97 doz hatine encamdan, di 85 dozan de Tirkiye bi binpêkirina Rêkevtina Mafên Mirovan a Ewropayê tê tohmetbarkirin û di 6 dozan de jî ti binpêkirinên nehatinê dîtin, dozek bi awayekî dostanê encam bûye û herwiha 5 doz jî bi şêweyên hatine encamdan.
Hat zanîn ku Tirkiyê herî zêde madeya 10emîn Rêkevtina Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.