PARÎS – Bi hazaran kesan êrişên Tirkiyê protesto kirin

28-01-2018
Rûdaw
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Parîs Xwepêşandan
A+ A-

Parîs (Rûdaw) - Li paytexta Fransayê bajarê Parîsê xwepêşandan li dijî êrîşên artêşa Tirkiyê yên bo ser Efrînê birêve çû û Partiya Çep a Fransî jî li gel Kurdên li wê navçeyê beşdarî xwepêşandanan bû.

 

Bi hezaran Kurd bi alayên Kurdistanê û alayên Yekîneya Parastina Gel (YPG) beşdarî xwepêşandanê bû û hejmarek xelkê biyanî jî piştigrî dan xwepêşandanê.


Di wê xwepêşandanê de êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên bo ser Efrînê hatin protestokirin û  daxwaz ji hikûmeta Fransayê û welatên rojavayî kirin ku ji bo rawestandina wan êrîşan gavan bavêjin.


Nûnerê karûbarên derve yên Encûmena Demokrata Kurd  Egîd Polat jî got: “Hêzên berê şerê DAIŞê kiribûn, niha ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dibin armanc û di encama wan êrîşan de jî bi dehan kesên sivîl canê xwe jidest dane û nêzîkî 200 kesan jî birîndar in.”


Herwiha Egîd Polat gilî li welatên rojavayî kirin ku heya niha jî li hemberî wan êrîşan bêdeng mane û daxwaz jî kir ku ji bo rawestandina wan êrîşan pêngavên pêwîst bavêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst