Erebên Kendavê zarokên êzdî û xiristiyan dikirin

 

 

Dusseldorf (Rûdaw) - Rojnamevanê alman Bruno Schirra sala borî çar caran (adar, hezîran, tîrmeh û tebax) çû Iraqê û Sûriyê û bi çavê xwe belavbûna DAIŞê li herêmê dît, bi mexdûr û tewankaran re axivî û bû şahidê gellek hovîtiyên çekdarên DAIŞê.

 

Li ser çavdêriyên xwe li van hêrêmên di jêr desthilata DAIŞê de duhî pirtûkeke Bruno Schirra bi navê “ISIS – Der globale Dschihad“ (DAIŞ – Cîhada Cîhanî) derket.

 

Di hevpeyvîneke ligel rojnameya almanî BILD li ser pirtûka wî û çavdêriyên wî, Bruno Schirra derbarê pirsa çi bi wan zarokên ku ji aliyê DAIŞê ve tên revandin dibe, dibêje:

 

“Li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî hejmareke gellekî gellekî mezin a kesên ku wan dikirin heye – ew pîçên destdirêjkerên zarokan yên xwedî gellek pere ne. Ew “sîmsarên“ xwe dişînên bazarên rehînan ên DAIŞê û li wir lawik û keçikên du, sê salî dikirin, da ku wan wek pêleyîstokên seksî bikarbînin. Dema ku zewqa wan ji bo wan zarokan nema, ew tên beralîkirin, ango tên kuştin. DAIŞê li herêmên xwe ev bazar ava kiriye, ew zarokên biçûk yên Xiristiyanî û Êzdiyan direvîne, da ku wan bifiroşe sîmsarên ji Kendava Erebî. Bi vê yekê ew bazirganiyeke mezin dikin. Dema ez li wir bûm, zarokek hebû ku bi 570 Euro dihate firotin.“  

 

Rojnamevan Bruno Schirra herwiha dibêje ku lawikên jêr heşt-salî jî difiroşin wan welatên erebî û ew li wan welatan di jêr îşkenceyê de fêrî siwariya hêştiran tên kirin, da ku tevlî pêşbirkên bazdanê yên hêştiran bibin: “Pêşbirkên bazdanê yên hêştiran li Kendava Erebî gellekî hezkirî ne û ew zarokên siwarên hêştiran pereyekî mezin tînin. Dema temenê wan ji bo vê sporê mezin dibe, an ew dirêj û giran dibin, dîsa ew tên beralîkirin. Û ev jî tê wateya ku ew tên kuştin.“