Endeksa Azadiya Akademîk: Tirkiye di nav grûpa herî xirab de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Endeksa Azadiya Akademîk a 2023yan, Tirkiye di ware azadiya akademîk de ji 179 welatan di rêza 166emîn de ye.

Tirkiyeyê di koma Koreya Bakur, Belarûs û Tirkmenistanê de cih girt.

Endeksa Azadiya Akademîk rapora azadiya akademîk a welatên cîhanê ya 2023yan eşkere kir.

Li gorî raporê puanê Tirkiyeyê yê azadiya akademîk heta 0,08 puanan daket.

Sala 2021-2022yan puanê Tirkiyeyê 0,43 bû.

Li Tirkiyeyê asta azadiyan bi berdewamî dadikeve

Di 10 salên dawî de li Tirkiyeyê asta azadiyan bi berdewamî dadikeve.

Tirkiyeyê bi 0,08 puanan di nav 179 welatan de di rêza 166emîn de cih girt.

Tirkiyeyê bi welatên Kuba, Ruanda, Misir, Îran, Nikaragua, Çîn, Erebistana Siûdî, Sûdana Başûr, Gine, Bahreyn, Sûriye, Belarûs, Tirkmenistan, Eritre, Myanmar û Koreya Bakur re di koma herî xirab a ji sedî 10an de cih girt.

Li ser asta cîhanê welatên ku azadiya akademîk lê herî baş  ev in:

Çekya, Estonya, Belçika, Îtalya, Almanya, Honduras, Luksemburg, Letonya, Fînlandiya, Arjantin, Slovakya, Swêd, Şili, Jamaîka, Peru, Spanya, Îsraîl, Nijerya û Slovenya ne.

Endeksa Azadiya Akademîk a navdewletî salane ji aliyê Peymangeha Curên Demokrasiyê ya Zanîngeha Goteborgê ya Swêdê û Peymangeha Azadiya Akademîk a Erlangen-Nurnberg a Zanîngeha Friedrich Alexander a Almanyayê ve tê eşkerekirin.

Ev endeks, li gorî pîvanên “Azadiya Lêkolîn û Hînkirinê”, “Azadiya Danûstandin û Belavkirina Akademîk”, “Xweseriya Sazûmanî”, “Yekitiya Kampusê” û “Azadiya Raderbirîna Akademîk û Çandî” tê amadekirin û raya bi giştî re tê parvekirin.

Rapor îsal li gorî nirxandinên 2 hezar û 197 pisporên ji welatên cuda hat amadekirin.