Bi helkefta cejna sersalê li Rûsyayê kêbirkiya bezînê hat kirin

27-12-2021
RÛDAW
kêbirkiya bezînê li Saint Petersburg a Rûsyayê bi boneya cejnên sersala 2022.
kêbirkiya bezînê li Saint Petersburg a Rûsyayê bi boneya cejnên sersala 2022.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan kes bi cilûbergên Father Frost an Santa Clause li bajarê Saint Petersburg ê Rûsyayê bi helkefta hatina cejna Sersalê beşdarî kêbirkiyeke bezînê bûn.

Kêbirkî li pêşiya Hermitage Museum hat kirin û kesên beşdarbûyî kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Yana Yakusheva, welatiya Rûsî û yek ji beşdarên kêberiyê dibêje, “Ev çalakî cihê dilxweşiyê ye, dema tu di nava qerebalixiyeke wiha ya Father Frosts de dibezî. Xelkên li dora me matmayî mabûn, em hemû matmayî mabûn. Tiştekî xweş bû”.

Kesên beşdar bi piyan, bezîn û semayê  bi dirêjahiya 2 kîlometre û nîv heta 5 kîlometreyan çûn.

Aydar Nureev, Rêkxerê Çalakiyê jî ragihand, “Ev fikre ji nişkav de ket bala me. Me dît çawa li welatên derve kêbirkiyên Santa Caluse tên kirin. Li welatê me Father Frost heye. Lewra kêbirkî ne wek ya welatên din e. Xelk ji gelek welatan tên di yek kêbirkiyê ya Father Frosts de beşdar dibin ku take kêbirkî di Rûsya û Cîhanê de ye”. 

Di kultûrê Rûsyayê de, bi hatina sala nû, xelk pêşwaziyê li Father Frost dike, ku vedigere çîrokeke kultûrî ya wî welatî, behsa kalemêrekî oldar dike bi hatina sala nû, bi erebaneyekê ku çend çivir wê li ser berfê bi pey xwe vedikşînin, tê li deriyê malan dide û diyariyan jibo zarokan tîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst