Li Belcîkayê Baba Noel serdana mala kal û pîran kir: 18 kes mirin

27-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokeke welatê Belcîkayê, Baba Noel ji bo moralê bide extiyarên ku di mala kal û pîran de dijîn serdana wan kir. Piştî serdanê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya The Brussels Times, çend roj berî niha li bajarokê Mol ku dikeve bakure Belcîkayê û 50 kîlometriya bajarê Antwerpê, kesek bi cilê Baba Nole serdana mala kal û pîran dike, pişti serdana Baba Noel 121 rûniştvanên mala kal û pîran û 36 xebatkar bi coronayê dikevin.

Li gor rayedarên bajarokê Mol, pişti serdana Baba Noel bo wê mala kal û pîran, 18 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran diyar kirin, ji bo ku sedemên çavkaniyên vîsrûsê bên eşkerekirin lêkolîn hatiye destpêkirin û xebatên wan bo diyarkirina sedema bûyerê berdewam in.

Şaredare Bajarokê Molê, Wim Caeyers ragihandiye, “encamên xebatên ku ji bo çavkaniya enfeksiyonê tên meşandin hêj derneketine rastê. Niha ne mimkûn e bê zanîn ku çavkanî kî ye.”

Li gorî medyaya Belcîkayê xizmek rûniştvanê mala kal û pîran bi cilê Baba Noel û bi çend xizmên xwe re ji bo moralê bidin extiyaran, serdana mala kal û pîran kirine. Piştî wê serdanê pêketiyên nexweşîna coronayê li mala kal û pîran destpêkiriye.

Piştî hejmara pêketiyan zêde bû, rayedaran destnîşan kirin ku di wêneyên roja serdanê de gelek ji wan bê mask bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst