Moskow di bin berfê de ma

27-12-2020
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Li Moskowê karîgeriya berfbarînê ya herî zêde li trafîkê dikeve
Li Moskowê karîgeriya berfbarînê ya herî zêde li trafîkê dikeve
Nîşan Moskow Rûsya Zivistan
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Di heyama tenê nîv rojê de  pişka tam mehekê barînê ketiye Moskowê. Sturiya berfê  ji 10 santîman derbas bûye. Ji ber berfbarînê gelek seferên balafirxaneyên Moskowê jî hatin betalkirin.

Bê guman, ji bo megapolîsê mîna Moskow, karîgeriya berfbarînê ya herî zêde li trafîkê dikeve.

Serafîma Galkîna, karmenda Şaredariya Moskowê dibêje, “Rast e, em her zivistanê li benda berfê ne. Lê vê carê, di carekî de zehf barî. Em hewil didin ku berf karîgeriya nerênî li jiyana şêniyên bajêr neke. Da ku trafîk ranewesete. Lewma, di rojên weha de em tevaya derfetên xwe yên teknîkî dixine hereketê.”

Şaredariya Moskow li gorî mercên ziivistana Rûsyayê hatibe guncandin jî, berfbarîna gavişkî jê re zehmetiyên cidî derdixîne. Ji bo paqijkirina berfê,  şaredarî 40 hezar karmendên xwe seferber kiriye.

Li Moskowê bi giştî 50 nuqteyên helandina berfê hene, ku tê de ji bilî helandinê, berf ji têkelên ziyandar jî tê paqijkirin.

Zehmetiya berfbarînê, bo çûnûhatinê re hebe jî, welatiyên Rûs her tim pê kêfxweş in.

Sergey Bogatîn, şêniya Moskowê, diyar dike, “Pir kêfxweş im. Zivistaneke rasteqîn a Rûsî ye. Zivistan divê bi berf be. Demekî dirêje em li bendê berfê ne. Waye, barî! Ji xwe piştî çend rojan Serê Salê ye. Em Rûs, Serê Salê bê berf naxwazin. Niha divê germahî dakeve 10 pile bin sifrê, da ku qeşa bigre û em derkvin şemitinê.”

Bê guman, berfa spî xemleke ciwantir jî li bajêr dike. Kremlîna Moskow di bin berfê de cudatir xuya dike. Û Darên Noelê yên xemilandî û zarokên bêşayîş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst