Tabloya hejmar (1) a otomobîla Budapestê bi ciwanekî Kurd tê dayîn

27-12-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûriyê (HNKS) Hîwa Mihemed Ehmed Budapest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xewna Hîwa gihiştina bi Swêdê bû. Lewra paseportek bi vîzayeke sexte hilgirt û da ser rê. Lê li ser sînorê Hungaryayê ji aliyê polîsên wî welatî ve hat girtin û ket zindanê. Ew vêga bûye xelaskerê gelek koçberan. Li ser karên ku ji bo koçberan kiriye, ji aliyê wezîrê navxwe yê wî welatî ve diyariyek jê re tê pêşkêşkirin.

Hîwa Mihemed Ehmed, 35 sal, li Rewandizê ji dayik bûye û ji sala 2007an ve li Hungaryayê dijî. Ew vêga Hungaryayê fena welatê xwe yê duyemîn dibîne. Piştî girtina wî ji aliyê polîsên Hungaryayê ve 99 rojan tê girtin. Piştî azadbûna wî, hizira çûna Swêdê ji serê xwe diavêje û li Hungaryayê daxwaza mafê penaberiyê dike. Vêga Hîwa fena xwebexşekî karê wergerandinê bo hin saziyên taybet bi penaberan dike. Ji bilî zimanê dê, zimanên hungarî, erebî, farsî û tirkî jî dizane.

Pêşî ew li kampekê hêwirî. Lê wek ew bi xwe dibêje bi saya wê têkiliya wî ya çê ku bi stafê îdareya kampê re hebû, karî ji kampê derkeve. Êdî ji koçberekî ku bûbû erk li ser milê welatekî, dibe koçberekî tije kar û berhem, ta dawiya dawî li ser karên wî “diyariyeke giranbuha” didinê ku tabloya hejmar (1) a otomobîlê ye li Budapesta paytexta Hungaryayê.

Hîwa dibêje: “Di 2007an de gava min doza mafê penaberiyê li vî welatî kir, ez li karê xwebexşî hizirîm. Ez li kampê hatibûm niştecihkirin. Min ew kamp kir destpêka karê xwe û li wir min bi xwebexşî kamp paqij dikir û çavdêriya penaberan dikir û ez di navbera penaberan û îdareya kampê de bûme pirek. Vê jî kir ku ez têkiliyeke baş bi rêvebera kampê re çêbikim ku li hindava penaberan jineke dilsoz û wefadar bû.”

Hîwa mafê mabûnê wergirt. Êdî biryar da here Budapestê. Şensê Hîwa hebû çimkî ew jina ku kamp bi rêve dibir, bû berpirsa saziya xaça sor a hungarî. Sala 2013 careke din hevdu dîtin û biryar dan pêkve bixebitin.

Di der barê wergirtina tabloyê de, Hîwa bo Rûdaw got: “Karê min ê misêwa yê xwebexş û hevkarî kirina hikûmeta Hungaryayê di kar û barên penaberan de, wisa li wezîrê navxwe yê wî welatî kir ku diyariyeke sembolîk bide min.”

Heyva borî birêveçûna konferanseke olî li Budapestê, derfeteke çê bû bo Hîwa da çavê wî ji nêzîk ve bi Wezîrê Navxwe yê Hungaryayê Sandor Pinter bikeve. Ew dibêje: “Berpirsa saziya ku ez pê re dixebitim, got Hîwa vêga dem hatiye ez wefadariya xwe şanî te bikim li hindava wan hemû karên qenc ên te bo penaberan û welatê me kirin. Ez dixwazim te bi wezîrê navxwe bidim nasîn. Em çûn ba wî û wî jî pir spasiya min kir.”

Hîwa dibêje wezîr jê re got: Çi daxwaza te heye? Daxwazeke Hîwa ya tikîtenê hebû: Gava koçberekî Kurd tê girtin, hêsankariyê jê re bikin here ba wî ji bo ku bizane kêşeya wî çi ye û kesên çê ji kêşeyan dûr bin.

Lê wezîrê navxwe her îsrar kir ku diyariyekê jê werbigire. Hîwa dibêje: “Dema ew rijd bû li ser ku diyariyekê bide min, gote min otomobîla te heye? Min got erê. Pêwendî bi polîs re kir û got tabloyeke bedew a otomobîlê bidinê. Tavilê bersiva wî dan û gotin hejmar “yek” heye ya Budapestê, dikare çar tîpan li ser binivîse li gel hejmar 1, min jî her çar tîpên navê xwe dan wan û li gel hejmar yek danîn.”

Hîwa 17ê vê heyvê tabloya xwe ya hecer wergirt ku li ser hatiye nivîsandin (HEWA-01).

Vêga otomobîla wî bi wê tabloyê di nava Hungaryayê de digere.

Li welatên Ewropayê kirîn û firotin bi tabloyên hejmaran heye, buhayê wê ji 300 dolaran dest pê dike û ber bi jor ve diçe. Hîwa dibêje: “Di pergala Hungaryayê de, tenê ew kes dikarin wan hejmaran werbigirin ku bawernameyên wan ên bilind di karkirinê de hene û xizmeta wan ji 15 salan ne hindiktir e.”

Sala 2017an di referendûmekê de ji sedî 90ê miletê Hungaryayê deng dan ku nabe penaber werin welatê wan. Lewma wî welatî bi dirêjahiya 180 km sînorê xwe têlbend kir û pir bi tundî li gel wan penaxwazan tev digere ku berê xwe didin wî warî.

Hîwa qala rewşa penaxwazên Kurd li Hungaryayê dike û dibêje: “Bêtirî 95 hevwelatiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê di kampan de asê mane. Kampek li başûrê Hungaryayê li nêzîkî sînorê Serbistanê heye, bêtirî 15 malbatên Kurd li wê kampê dimînin û doza mafê penaberiyê dikin. Vêga di rewşeke pir xerab de dijîn û li jêr çavdêriyeke pir tund in. Bi ti awayî mafê wan nîne ji wê kampê derkevin ta ku hikûmet biryarê li ser çarenivîsa wan dide.”

Hîwa tîne zimên ku çend caran li gel nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê li ser rewşa koçberên Kurd li nav kampên Hungaryayê axiviye.

Hîwa dibêje ew bûye xelaskerê pêşmerge û şagirtên ku bi merema dermankirin û xwendinê berê xwe didin wî welatî û hêsankariyan bo wan dike û xwebexş dibe wergêrê wan.

Hîwa guh dide mijarên çandî jî û niha mijûlî lêkolînekê ye li ser bajarokekî li wî welatî bi navê Kurd ku paşmayên leşkerên xelafeta Osmanî ne û piştî hilweşîna xelafetê, li wî cihî mane û venegeriyane niştimanê xwe. Herwisa Hîwa mijûlî wergera du kitêban bo kurdî ye jî ku bi zimanê hungarî li ser kurdên niştecihên Hungaryayê hatine nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst