Li Yemenê revandina keştiyeke Îsraîlê: CENTCOMê daxuyanî da

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Yemen Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku 5 kesên çekdar ên li Kendava Adenê hewl dabûn keştiya kompanyayeke Îsraîlê birevînin, hatin girtin.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de diyar kir ku li Kendava Adenê keştiya bazirganiyê ya bi navê “M/V Central Park” doh ji hêzên têkoşîna li dijî korsaniyê alîkarî xwestiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştiya bi navê “USS Mason (DDG 87)” ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê bersiv daye banga alîkariyê ya “M/V Central Park”ê.

Herwiha hat diyarkirin ku 5 kesên çekdar ên ku xwest keştiyê birevînin û bi keştiyeke biçûk hewla revê daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku çekdar ji aliyê karmendên keştiya USS Masonê ve hatine girtin û bal hat kişandin ku keştiya Central Parkê û xebatkarên wê bi selamet in.

Hat ragihandin ku derdora saet 01:41ê ji herêmên di bin kontrola Hûsiyên Yemenê de 2 mûşekên balîstîk ber bi keştiyên USS Mason û Central Parkê ve hatin avêtin.

Mûşekên balîstîk, 10 kîlometreyan dûrî keştiyan Kendava Adenê teqiyane.

Kompanyaya îstixbaratê Ambreyê ragihandibû ku keştiya bi navê "Central Parkê ya girêdayî Îsraîlê li peravên Adenê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatiye revandin."

Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, gef li kompanyayên Îsraîlê xwaribûn.

Hat ragihandin ku di keştiyê de 2 karmendên ji Tirkiyeyî hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst