Koreya Başûr otobusên bê şofêr diceribîne

27-11-2022
RÛDAW
Koreya Başûr otobusên bê şofêr diceribîne
Koreya Başûr otobusên bê şofêr diceribîne
Nîşan Koreya Başûr Teknolojî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Seul a paytexta Koreya Başûr, otobuseke otomatîk yan jî bê şofêr ji bo van rêwiyan hilgire disekine û ew jî lê siwar dibin.

Ev pas ji aliyê kompanya otomobîlên serbixwe ve hatiye çêkirin û tê ceribandin. Şofêrek jî bo çêvdêriyê li vê otomobîlê bike her tim di amadebaşiyê de ye.

Rêveberê projeyê Jeong Seong-gyun li ser otobusên bê şofêr got, “Me ev teknolojî çêkir, ne tenê ji bo vê otobusê, em dixwazin di hemû otomobîlan de vê sîstemê bicî bikin, me berê di teksiyan de ceribandiye.”

Di vê otomobîlê de radar heye û hemû tiştên li derdora xwe ji hev cuda dike. Rêwî jî dikarin bi rêya sepanê navnîşana xwe daynin û otobus tê cem wan.

Rêwî Kim Yi Hae-ra got, “Hestekî wisa bi min re çêbû, wek ku min serdana pêşerojê kiribe û niha vegeriya bim, teknolojiyeke bê nimûne ye.”

Gera vê otomobîlê sînordar e, dikare di nava 3.4 km çargoşe de kar bike, armanca vê kompanyayê ew e ku otomobîlên veguhestina giştî li welatê xwe zêde bike ji bo ku bûyerên hatin û çûnê û qerebalixiyê kêm bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst