Trump du elok efû kirin

27-11-2019
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Roja Minetdariyê Hêza Amerîkayê Elok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasima beriya Roja Minetdariyê de du elokên bi navê "Rûnê Nivîşk" û "Nan" efû kir.

Li merasim beriya Roja Minetdariyê ku her sal wek kevneşop li Qesra Spî tê lidarxistin Donald Trump û hevjîna wî Melania Trump  beşdar bû.

Trump di merasîmê de du elokên ku nêzî 21 kîloyî ne û li eyaleta Carolînaya Bakur hatine xwedîkirin efû kirin. Elok şandin çewlikeke eyaleta Virginiayê.

Trump li vê derê axivî û li ser mijara lêpirsîna ezilkirinê (dûrxistina ji kar) ya ku der heqê wî de hatiye vekirin, henek kir û wiha got:  "Ev ajel ji bo ku her wext feqîr bimînin hatine meizinkirin û perwerdekirin. Ev pir girîng e, lewra niha zûde gazî wan kirine ku di lêpirsîna ezilkirinê de derkevin pêşiya  Serokê Komîteya Îstixbaratê yê Meclisa Nûneran Adam Schiff da ku îfadeyê bidin."

Trump anî ziman ku ew gelek kesên ku di lêpirsîna Meclisa Nûneran da îfadeyê didin, şexsî nas nake û wiha pê de çû:  "Demokrat min sûcdar dikin ku ez li hemberî elokan pir sernerm im. Lê Ez dikarim ji Nan û Rûnê Nivîşk re vê yekê bêjim ku berevajî şahidên beriya wan, ez û hûn bi rastî jî hev nas dikin."

Li Amerîkayê her sal pêncşema dawîn a mijdarê wek Roja Minetdariyê tê pîrozkirin. Li Qesra Spî kevneşopiya efûkirina elokan ji 1963yan vir ve ango ji serokatiya John F. Kennedy vir ve berdewa me.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst