Li Brîtanyayê ji bo naskirina komkujiya Kurdên Êzdî wek cenosîd panelek hat sazkirin

27-11-2018
Kurdistan Hesen
Ji bo ku komkujiya Kurdên Êzdî wek cenosîd were naskirin, panelek hat avakirin
Ji bo ku komkujiya Kurdên Êzdî wek cenosîd were naskirin, panelek hat avakirin
Nîşan Brîtanya Komkujî Kurdên Êzdî Cenosîd
A+ A-

London (Rûdaw) – Çarenivîsa Kurdên Êzdî û dosyeya qurbaniyên wê komkujiya ku bi destên çekdarên DAIŞê hat encamdan, bûye gotûbêja wan kesên ku li nav parlementoya Brîtanyayê gihiştine cem hev.

 

Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Mihemed Hacî Salih li Londonê ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Brîtanya welatekî mezin e û endamê Encûmena Ewlekariyê ye, lewma divê em rijd bin li ser wê yekê ku dadgeheke taybet were pêkanîn ji bo dadgehîkirina çekdarên DAIŞê û kesên ku karesat anîn serê Kurdên Êzdî û cenosîd kirin.”

 

Koma parlementerên Brîtanyayê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zanyariyên zêdetir ji Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan ê Herêma Kurdistanê wergirtin, ku ji Hewlêrê ji bo vê mebestê hatiye Brîtanyayê.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahîr giringiya vê pêngava Brîtanyayê tîne ziman û dibêje: “Damezrandina lijneyeke bi vê şêweyê ji bo komkirina belgeyan, bi xwe roleke mezin e ku bi destpêşxeriya Brîtanyayê bûye, em vê pêngavê weke pêngava yekem yan destpêkê ya ji bo nasandina cenosîdê dibînin, çimku dema te ji bo komkirina belgeyan lijneyek damezrand, divê cihekî damezrînî daku ew belge biçin wê derê.”

 

Serokê koma parlemeterên Brîtanyayê Jack Lopresti ku ser bi partiya desthilatdar e, diyar kir: “Ev destpêk e ji bo komkirina zanyarî û belgeyan û ji bo rêkxistina civînên fermî, piştî vê dê koma parlementeran bicivin û danûstandina zanyariyan dikin, piştre digihînin wezîrên hikûmetê daku bizanin çi pêngavek heye daku hikûmeta Brîtanyayê bigre ber xwe.”

 

Martin Stren şahidê bûyera Holokost e ku bûyera herî mezin a sedsala bîstan e, ku bi hezaran Cihû bûbûn qurbanî. Stren qet dudil nîne ku Kurdên Êzdî jî rûbirûyî komkujiyeke dirindane bûne.

 

Profesorê xwendina Holokost û cenosîdê Martin Stren dibêje: “Bi baweriya min ti pirsyarek li ser tine, tiştê ku hate ser Êzdiyan, cenosîd e.”

 

Brîtanya endameke diyar a Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, vê yekê jî wisa kiriye ku ev mijar bigihîje parlementoya vî welatî, bi hêviya ku di demeke nêz de piraniya piştevanên zilhêzên cîhanê ji bo mijara komkujiya Kurdên Êzdî bîne cem hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst