Holenda xwe amade dike koçberan bişîne Ugandayê

23 demjimêr berê
Koçberên li Holendayê / Wêne: EFE/EPA/JILMER POSTMA-Arşîv
Koçberên li Holendayê / Wêne: EFE/EPA/JILMER POSTMA-Arşîv
Nîşan Holenda Koçber Uganda
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Holenda ji bo ku koçberên neyasayî bişîne Ugandayê amadehiyan dike.

Îtalyayê komeke koçberan şandibû Arnawidistanê (Albanya) lê dadgeheke Arnawidistanê biryar da ku koçber li Îtalyayê bên vegerandin û hatin vegerandin.

Brîtanyayê jî bi heman awayî biryar dabû ku koçberan bişîne Rwandayê lê ev biryara wan jî neçûbû serî.

Niha jî Arnawidistan ketiye nava liv û tevgerê da ku koçberan bişînê Ugandayê.

Wezîra Bazirganî û Hevkarî û Bipêşxistinê ya Holendayê Liesje Schreinemacherê diyar kir ku Ugandayê gelek koçber hewandine û got:

 “Hikûmeta Holendayê jî lêdikole ku çawa wiha bike koçberan bişîne wê derê.”

Wezîrê Karên Derve yê Ugandayê Jeje Odongo diyar kir ku ew ji bo diyaloga li ser vê mijarê amade ne û got:

“Deriyê me vekirî ye da ku em li ser vê mijarê bi Holendayê re biaxivin.”

Rayedarên Holendayî amaje pê dikin ku ew dixwazin koçberan li welatên wan vegerînin lê ji ber ku ev yek zehmet e ew hewl didin wan bişînin welatekî wekî Ugandayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst