Ewropa ‘Karta Şîn’ dide koçberên jîr û jêhatî

Duh li 10:45
Hêmin Ebdullah
Karta Şîn / Wêne-Arşîv
Karta Şîn / Wêne-Arşîv
Nîşan Karta Şîn Yekîtiya Ewropayê Almanya
A+ A-

Dusseldorf - (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropayê “Karta Şîn” dide koçberên jêhatî.

Ji bo wan kesên ku dixwazin herin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û li wê derê bixebitin, sîstema Karta Şîn heye.

Karta Şîn bi xwe îqameya kar û manê ye û kesên ku di warekî zanistî yan pişeyî de jêhatî û şahreza bin dikarin wê kartê bistînin.

Li gorî amarên Yekîtiya Ewropayê sala 2023yan 89 hezar kesên ku ji derve çûne welatên Ewropayê Karta Şîn wergirtiye.

Divê were gotin ku ev hejmar li gorî 2022yan bi qasî 9 hezaran zêde bûye.

Balkêş e ku hilgirên welatînameya Îraqê di wê rêzê de ne ku herî zêde kartên şîn standine.

Li gorî amaran, ji sedî 6ê kesên ku Karta Şîn wergirtiye Îraqî ne.

Divê were gotin ku rêjeya welatiyên Tirkiyeyê jî ji sedî 10 e ku xwediyên pişkeke mezin in.

Welatê ku herî zêde kartên şîn dane Almanya ye ku 70 hezar kart dane.

Qibrisê qet kartên şîn nedane û Macaristanê jî tenê 17 kart dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst