Wezareta Parastinê ya Almanyayê: Em pêvajoya çaksaziya Pêşmergeyan dişopînin

27-10-2023
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Almanyayê Pêşmerge Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Almanyayê got, “Me li ser daxwaza Hewlêr û Bexdayê pêvajoya mayîna leşkerên Almanyayê ya li Herêma Kurdistanê û Îraqê dirêj kiriye.”

Wezaretê di heman demê diyar kir ku ew proseya çaksaziya pêşmergeyan ji nêz ve dişopînin.

Wezareta Parastinê ya Almanyayê pirsên ku Rûdawê bi rêya e-postayê şandiye bersivand.

Pirsên Rûdawê û bersivên Wezareta Berevaniyê ya Almanyayê wiha ne:

Rûdaw: Çima leşkerên Almanyayê li Herêma Kurdistanê ne?

Wezareta Parastinê ya Almanyayê: Ewlehiya Almanyayê û Ewropayê rasterast bi aramiya deverên din ên cîhanê ve girêdayî ye. Ji bo Almanyayê Îraq welatekî girîng ê Rojhilata Navîn e.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê metirsiya ji nû ve mezinbûna rêxistina terorî ya ku xwe wekî Dewleta Îslamî binav dike heye. Ev metirsî hîna berdewam e. Ji ber vê sedemê jî Almanya piştgiriyê dide Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê.

Îsal rêveberiya Îraq û Herêma Kurdistanê, ji Scholz xwestin kirin ku hebûna Almanyayê li Îraqê bidomîne.

Rûdaw: Rola hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê çi ye?

Wezareta Parastinê ya Almanyayê: Leşker û şêwirmendên Almanyayê yên ku li Herêma Kurdistanê ne, beşdarî komeke şêwirmendiya pirneteweyî û piştevaniya bijîşkî ya navdewletî dibin. Herweha, hêzên çekdar ên Almanyayê, di rêvebirina kampên leşkerî de piştgirî didin hevkarên me yên pirneteweyî.

Rûdaw: Almanya çawa li reformên Wezareta Pêşmergeyan, yekbûna Hêzên Pêşmerge û gavên wezaretê yên di vî warî de dinêre?

Wezareta Parastinê ya Almanyayê: Em jî di nav de, her kes bi eleqeyek mezin pêvajoya reforman dişopîne. Em dixwazin bi kordînasyon û guftûgoyeke nêzîk re piştgiriyê bidin bihêzkirina ewlehî û kapasîteya hêzên herêmê. Lewra prose rûbirûyê hinek zehmetiyan hatiye. Ji bo pêk anîna reformê pêwîstî bi sebir û hinek pêngavan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst