Li dêrê skandala destdirêjiyê: 200 hezar zarok mexdûr in

27-10-2023
RÛDAW
Nîşan Dêra Katolîk a Spanyayê Destdirêjî Spanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Serbixwe îdiayên li dijî Dêra Katolîk a Spanyayê lêkolîn kir.

Li gorî lêkolînên Komîsyona Serbixwe, ji sala 1940î ve herî kêm destdirêjî li 200 hezar zarokî hatiye kirin.

Komîsyona Serbixwe ku îdiayên destirêjiya zarokan ên li Dêra Katolîk a Spanyayê lêkolîn dike rapora xwe belav kir.

Li gorî nûçeya DWyê (Dengê Almanyayê), rapor li gorî encamên rapirsiyê hatine amadekirin. Ango 8 hezar kes beşdarî rapirsiyê bûne.

Li gorî encamên rapirsiyê, li Spanyayê herî kêm 39 milyon kes di zarokatiya xwe de rastî destdirêjiyê hatine.

“Bûyer tê nixûmandin”

Ombudsmanê neteweyî yê Spanyayê Angel Gabilondo, di civîna çapemeniyê de hûrgiliyên raporê parve kirin.

Angel Gabîlondo got, “Mixabin demeke dirêj e kesên destdirêjiyê dikin têne parastin û bûyerên destdirêjiyê jî têne nixûmandin.”

Angel Gabilondo nêzîkatiya dêrê rexne kir û got, “Pêwîst e ji bo mexdûrên bûyerê tazmînat bê dayîn.”

Dê rapora destdirêjiyê pêşkêşî parlamentoyê bikin

Konferansa Metranên Spanyayê, beriya rapor biçe parlamentoyê dê civîneke awarte li dar bixe.

Dê di civînê de delîlên bûyerê bêne fûftigokirin. 

Parlamentoya Spanyayê, meha Adarê ya sala borî, ji bo lêkolînkirina îdiayên destdirêjiyê yên li Dêra Katolîk a Spanyayê, komîsyoneke serbixwe ava kiribû. 

Dêra Katolîk a Spanyayê lêpirsîna were kirin erê nekir û tevlî komîsyona serbixwe jî nebû. Tenê derbarê destdirêjiyên hatine kirin de hinek zanyarî parve kirin.

Piştî zextên siyasî, Dêrê meha Sibatê ya sala 2022yan bi fîrmayeke hiqûqê ya taybet re li hev kir û xwest îdiayên destdirêjiyê yên demên paşî û heya niha lêpirsîn bike.

Tê payîn ku lêkolîn heta dawiya salê biqede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst