Kampeke penaberan di navbera Macaristan û Awisturyayê de bû sedema aloziyê

4 demjimêr berê
RÛDAW
Biryar e dibistanek ji bo koçberan were nûjenkirin/Wêne: Ajans
Biryar e dibistanek ji bo koçberan were nûjenkirin/Wêne: Ajans
Nîşan Macaristan Awisturya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çêkirina kampeke koçberan di navbera berpirsên Macaristan û Awisturyayê de bûye sedema aloziyê.

Biryar e dibistaneke li herêma Giyêrmosoneyê ya Macaristanê ji bo koçberan were nûjenkirin.

Dibistan tenê 15 kîlometreyan dûrî sînorê Awisturyayê ye.

Birina koçberan a wê derê bûye sedema nerazîbûna berpirsên Vîyanayê.

Serokê Herêma Boglandê ya Awisturyayê got:

“Ji aliyê Macaristanê ve koçberan tînin ser sînorên me, koçber bi meşê dikarin bi hêsanî werin Awisturyayê.

Ev ne li gorî bingeha Ewropayê ye û em li dijî vê gavê ne.”

Berpirsên Awisturyayê dijayetiya xwe ya birina koçberan a ser sînorê xwe ji berpirsên Macaristanê re ragihand.

Dijî vê pêngavê dixwazin sînorê xwe yê li gel Macaristanê têlbend bikin û nobedarên sînorî zêde bikin.

Roja Çarşemê Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê ji Rûdawê re ragihand ku welatê wan jî dixwaze rê li ber koçberan bigire.

“Em hêvîdar in rewş aram bibe”

Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto da zanîn:

“Yek ji sedemên ku em wiha dikin xwedûrxistina ji zêdebûna aloziyan e. Em dixwazin rê li ber çêbûna zêdetir goristanên koçberan bigirin.

Me hemûyan bihîstiye ku eger alozî li welatên cîhanê û li Rojhilata Navîn zêdetir bibin, pirsa koçberan guşareke zêdetir dê bixe ser parzemîna Ewropayê, ji ber vê jî em hêvîdar in rewş aram bibe.”

Li gor Ofîsa Amaran a Awisturyayê, par 194 hezar û 959 koçber çûne wî welatî ku pêrar hejmar 261 hezar û 937 bûye.

Sedemeke kêmbûna vê hejmarê jî ji ber tundkirina sînorên wî welatî yên li gel cîranên xwe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst